Li Şerieya Rojava eskeren İsraile 9 Filistini binçav kirin.
Arteşa İsraile daxuyaniyeke niviski weşand ü got li heremen cuda en Şerieya Rojava 9 Filistini ji ber idiaya "beşdari çalakiyen terore" büne, hatine binçavkirin.
Hezen İsraile li Şerieya Rojava ü Qudsa Rojhilat en ku hatine dagirkirin ji ber idiayen cuda gelek caran diavejin ser malan ü Filistiniyan binçav dikin.
Li gor çavkaniyen Filistini yen fermi di girtigehen İsraile de 450ye wan girtiyen idari, 12ye wan parlamenter ü 300e wan ji zarok bi tevahi 6 hezar ü 500 Filistini girti ne.
İsrail bi qanüna "girtina idari" dikare keseki Filistini ji meheke heta 6 mehan binçav bike.
Heke biryar were dayin ku girti ji bo "Ewlehiya İsraile talüke ye" dadgere eskeri beyi ku süc isnad bike dikare maweya girtibüne heta 5 salan direj bike. -
|