Eskereki bere ye Amerikaye pilan dikir ku bombeye biaveje Navenda İslame ji bo ve navend ziyaret dikir ü li ser ve bü Misliman.
Pişti erişa li ser herdu mizgeften li Zelandaya Nü nijadperestiya sipiyan ü niqaşen İslamofobiye zede bün lebele çiroka Richard McKinneye eskere bere ye Amerikaye çirokeke zehf cuda ye.
McKinneye eskere bere difikiri ku Navenda İslame ya li İndianaye bombe bike lebele bü seroke heman navende. McKinney çiroka xwe bi çapemeniye ra parevekir.
Li gor xeberen çapemeniya heremi, McKinney diyar kir ku bi salan di arteşa Amerikaye da li heremen weki Rojhilata Navin, Somali, Filipin, Amerikaya başür wezife kir, dema vegeriya welate xwe ji "rike xwe kutabü Mislimanan".
Pilandikir ku bi bombeye erişi navende bike
McKinney destnişan kir ku pişti eskeriye her tim dihat bira wi erişi mizgefteke bike, te da gelek Mislimanan bikuje an ji birindar bike li ser ve pilan kir ku bi bombeye erişi Navenda İslame ya Muncieyae bike.
McKinney got we deme derdestkirin ü girtigeh ji mineta wi nebün, lebele rojeke qiza wi ya piçük dema ji xwendingehe hat male qala kincen li ser keçeke Misliman a teze hatiye xwendingehe kir ü li ser ve wi ji biryar da ku here Navenda İslame ya li taxe ü nasya xwe bide wan.
Bü Misliman
McKinney got li navende Mislimanan je ra ayet dixwendin ü di nav 8 hefteyan da di tesira wan da ma ü wiha pe da çü: "Her ku diçü ez ji roja din zedetir li mizgefte dimam ü mantiqa we di hişe min da rüdinişt. Min eşeda xwe ani büm Misliman."
Richard McKinneye ku pişti bü Milsiman ji bo gelek kesan bü minak nika li Navenda İslame ya ku pilan dikir biteqine seroktiye dike. -
|