Hat ragihandin arteşa Ermenistane agirbesta ku di saet 08.00i da hat ilankirin binpe kir ü erişi mewziyen arteşa Azerbeycane ü cihen sivilan kir.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastine ya Azerbeycane arteşa Ermenistane agirbesta insani ya berwext binpe kir ü bi top ü hewanan va erişi arteşa Azerbeycane ü cihen sivilan kir.
Hat daxuyandin Ermenistane ji bajaren Berd, Çemberek ü Vardenise erişi bajaren Azerbeycane Tovuz, Gedebey ü Daşkesene kir.
Ji bili van cihan arteşa Ermenistane li istiqameta Terter, Axdam, Fuzuli, Laçin ü Gubadliye ji erişi eskeren Azerbeycane kir.
Agirbesta ku Amerikaye eşkere kir di navbera Azerbeycan ü Ermenistane da li ser Qerebaxa Çiyayi li gor saeta heremi di 08.00i da ketibü rewace.
Arteşa Ermenistane agirbeste di saet 08.05an da binpe kiribü, ji istiqameta bajare Laçine erişi eskeren Azerbeycane yen li Sefiyana gunde Laçine ü Tertere bi cih büne kiribü. -
|