Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 20/04/2024 12:58 
News  > 

Erdogan: "Niha 95 milyar dolar rezerva me ya dowîzê heye"

22.02.2021 16:41

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Li ku, li kîjan şikeftê terorîstek hebe di wê şikeftê da em jî hene." "Dema em hatin ser wezîfeyê 27 milyar û nîv dolar rezerva Bankeya Navendî hebû. Niha 95 milyar dolar rezerva me ya dowîzê heye."

Serokomar ü Seroke AK Partiye Recep Tayyip Erdogan li Kongreya Bajer a Asayi ya 7emin a İzmire ya ku Salona Spore ya Halkpinare hat lidarxistin da axivi.

Erdogan ani ziman yekiti ü hevrabüna welet ü gel xerab bibe, le ew li hemberi ve yeke ü diji terore ne ü wiha dewam kir: "Li ku, li kijan şikefte teroristek hebe di we şikefte da em ji hene. Ev hişmendiya qirej ya ku şüna sekneke birümet rexistina terore şermezar bike, her tim dewlete sücdar dike, di qetla her beguneheki da xwedi webal e. Li cihe ku hilberin sekinibe, pere ku dewlete daye ji Qendile ra were şandin ü hilberin ji ü xizmet ji tunebe em e iro ji sibe ji qeyüm daynin ü di ve yeke da ji berdewam bin."

"Kampanyayeke şexse min ü hemü malbata min hedef digire te meşandin"

Serokomar Erdogan Seroke Gişti ye CHPye Kemal Kiliçdaroglu rexne kir ü wiha axivi: "Kemal Kiliçdaroglu ne weke ku di mecraya siyasete bixwe da bübe seroke gişti ü serokatiya CHPye dike, weke projeyeke li we dere ye. Hey Kiliçdaroglu, tu qet çüyi semte dayiken Diyarbekire, te qet dayiken mexdüre terore yen li Diyarbekire ziyaret kirin? CHP ü hevkaren we wezire me ye bere Berat Albayrak ü li gel we şexse min ü hemü malbata min hedef digire ü kampanyeyeke wiha dide meşandin. Em ji wan kesen ku Tayyip Erdogan, malbat ü rehevalen wi hedef digirin ü enerjiya me didizin ra dibejin ji vir tiştek we nekeve deste we, herin deriyeki din."

"Gaven di qada vejene ya Tirkiyeye hatin avetin da amadehi ü stratejiyen heyama wezirtiya Berat Beg hene"

Erdogan gotinen der bare Wezire bere Berat Albayrak da ten gotin rexne kir ü wiha dewam kir: "Besiüdiya Berat Beg a di wezifeya wi da ew bü ku sifata "zava" li peş xiret, serkeftin ü tecrübeyen wi hat bikaranin. Gaven di qada vejene ya Tirkiyeye hatin avetin da amadehi ü stratejiyen heyama wezirtiya Berat Beg hene. Di ve heyama kar ü baren tedarike yen kurewi wiha zirar ditiye, ji hilberine bigirin heta istixdame aboriya kurewi nebaş büye da me bi saya tevdiren baş ü bilez en bi berpirsyariya Berat Beg hatin meşandin ev dem bi zirareke kem derbas kir."

"Hemü kar ü baren dowize li gor rebazen piyaseye ü hiqüqe ye"

Serokomar Erdogan behsa aboriye ü piyasaya dowize ji kir ü wiha got: "Dema em hatin ser wezifeye 27 milyar ü niv dolar rezerva Bankeya Navendi hebü. Niha 95 milyar dolar rezerva me ya dowize heye. Ne püçbüna dowiz ne ji istismarek, qezenceke neheq, kareki diji hiqüqe ü exlaq heye. Hemü kar ü baren dowize li gor rebazen piyaseye ü hiqüqe ye. Kemal Beg, Faik Oztrak ma hün dizanin niha yek qurişeke Xwede ji deyne me ji IMFye ra tune, ev mijar qediya." -



 
Latest News





 
 
Top News