Serokomare Tirkiyeye ü Seroke Gişti ye AK Partiye Recep Tayyip Erdogan li Navenda Gişti ya AK Partiye di Civina Seroken Bajaran da axivi ü ji bona hilbijartina heremi ya di 31e Adara 2019an da namzeden şaredariye yen 14 bajaran eşkere kir.
Serokomar Erdogan der bare serdana Kemal Kiliçdarogluye Seroke Gişti ye CHPye ya li Almanyaye da wiha got: "Çi çaxe hilbijartin hebe ev şexs diçe Almanyaye ü di serdana xwe ya dawin da ji tevli hin civinan büye ü bi hin kesan ra axiviye. Wexte em li civinen beşdar büye ü kesen bi wan ra axiviye diniherin rewşeke cuda derdikeve hole."
Erdogan ji bo İtifaqa Cumhur da ji got we xebaten xwe wisa bimeşinin ku zirare nedin İtifaqa Cumhur ü wiha axivi: "Wek herdu serok em e bicivin, biryara xwe ya dawin bidin ü ciyen ku mane ji em e eşkere bikin."
Namzed ü bajaren ku ji hela Serokomar Erdogan va hatin eşkerekirin ev in:
1- Namzede Şaredariya Agiriye Savci Sayan
2- Namzede Şaredariya Aksaraye Enver Dinçer
3- Namzede Şaredariya Bilecike Nihat Can
4- Namzede Şaredariya Erzincane Cemalettin Başsoy
5- Namzede Şaredariya Edirneye Koray Uymaz
6- Namzede Şaredariya İdire Adil Aşirim
7- Namzede Şaredariya Ispartaye Şukru Başdegirmen
8- Namzede Şaredariya Qerse Ensar Erdogdu
9- Namzede Şaredariya Kirşehire Yaşar Bahçeci
10- Namzede Şaredariya Kutahyaye Ahmet Sami Kutlu
11- Namzede Şaredariya Serte Ali İlbaş
12- Namzede Şaredariya Tunceliye Gokhan Arslan
13- Namzede Şaredariya Mezin ya Wane Necdet Takva
14- Namzede Şaredariya Zonguldake Omer Selim Alan
Bi 14 bajaren dawin Serokomar Erdogan heta niha li 74 bajaran namzeden AK Partiye eşkere kirine. -
|