Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 20/04/2024 12:52 
News  > 

Erdogan di maqaleya xwe ya WSJê da Herekata Kaniya Aştiyê nirxand

15.10.2019 12:09

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Herekata Kaniya Aştiyê derfetê dide civaka navneteweyî ku piştgiriyê bide Tirkiyeyê da ku şerên welaketê yên li Sûriyeyê dawî bibin, li herêmê aştî û û îstiqrar cardin çêbibe. Yekîtiya Ewropayê û dinya divê piştgiriyê bidin xebatên Tirkiyeyê."

Serokomare Tirkiyeye Recep Tayyip Erdogan ji bo rojnameya Amerikaye Wall Street Journale (WSJ) maqaleyek nivisand ü got: "Herekata Kaniya Aştiye derfete dide civaka navneteweyi ku ew piştgiriye bide Tirkiyeye ku şeren welakete yen li Süriyeye dawi bibin, li hereme aşti ü ü istiqrar car din çebibe. Yekitiya Ewropaye ü dinya dive piştgiriye bidin xebaten Tirkiyeye."



Erdogan ji rojnameya Wall Street Journale (WSJ) ra der bare Herekata Kaniya Aştiye ü rewşa penaberen Süriyeyi yen xwe spartine Tirkiyeye da maqaleyeke bi nave "Dema Hin Kes Gavan Navejin Tirkiye Gave Daveje" nivisi.



Serokomar Erdogan got ji sala 2011an ya ku şere navxweyi ya Süriyeye dest pe kir vir va qeyrana mirovi dewam dike ü tu kesi qasi Tirkiyeye eşa ve nebihistiye, lewra Tirkiyeye 3,6 milyon penaberen Süriyeyi qebül kir ü 40 milyar dolar ji bo perwerde, tenduristi ü xwedikirina wan xerc kir.



"Dema me dit ku civaka navneteweyi gaven hewce dike naveje me ji li bakure Süriyeye li gor xwe planek çekir"



Erdogan got civaka navneteweyi piştgiriyeke kem daye Tirkiyeye, le ji ber çanda mevanperweriye Tirkiyeye bi milyonan mexdüren şer ezimandiye ü wiha dewam kir: "Le Tirkiye gihişte sinora tişten ku dikare bike. Me gelek caran got beyi alikariya aboriye ya navneteweyi Tirkiye nikare re li ber penaberan bigre ku ew neçin Rojavaye. Dewleten naxwazin berpirsyariyen xwe bi cih binin van hişyariyen me ne wek rasti, wek gefxwarin nişan dan. Dema me dit ku civaka navneteweyi gaven hewce dike naveje me ji li bakure Süriyeye li gor xwe planek çekir."

Serokomar Erdogan bi bir xist ku wi di Lijneya Gişti ya Neteweyen Yekbüyi ya meha bori da ji lideren dinyaye ra qala plane kir ü wiha domand: "Tirkiye di çarçoveya ve plane da ji bo dawi li qeyrana mirovahiye be, tundi ü beistiqrariya ku sedema sereke ya koçberiye ye ji cihe cihin be qedandin hefteya bori dest bi Herekata Kaniya Aştiye kir. Xuya dike ku ji bo dawi li qeyrana penaberan be tu planeke alternatif tuneye ü ji bo ve ji dive civaka navneteweyi yan piştgiriye bide welaten me ü yan ji dest bi qebülkirina penaberan bike."

"Dema Kurden li Süriyeye bi PKKya rexistina terore ra wek hev ten nişandan, em itiraze li ve dikin"

Erdogan destnişan kir bi Herekata Kaniya Aştiye ya ku Arteşa Tirkiyeye ü Arteşa Neteweyi ya Süriyeye (ANS) bireva dibin we teroristen li bakure rojhilate Süriyeye ben berterefkirin. Erdogan ragihand ku teroristen li hereme 300 hezar Kurd ji di nav da nahelin penaberen Süriyeye vegerin ser mal ü milken xwe.

Di gotara xwe da Erdogan hedefen herekate aşkere kir ü wiha pe da çü: "Tu pirsgireka Tirkiyeye bi komeke kemnijad ra tuneye. Hemü welatiyen Komara Ereb a Süriyeye ku tekiliya wan bi terore ra çenebübe ji bo me wek hev in. Em bi taybeti ji dema Kurden li Süriyeye bi PKKya rexistina terore ra wek hev ten nişandan diji ve derdikevin ü itiraz dikin."

Serokomar Erdogan destnişan kir ew qebül nake ku DEAŞa rexistina terore ya bi hezaran kesen mesüm qir kiriye bisperin dine İslame ü wiha pe da çü: "Em e nehelin ku tu endameki DEAŞe ji bakure rojhilate Süriyeye derkeve. Ji bo rehabilitekirina jin ü zaroken şervanen terorist en biyani em amade ne ku bi welaten çavkani ü saziyen navneteweyi ra hevkariye bikin."

"Edi tu meşruiyeta Bihara Ereban nema"

Serokomar Erdogan got ku di tekoşina diji DEAŞe ya di navbera sala 2014 ü 2015an da welaten Ewropaye serkefti nebün ü wiha axivi:

"Ez naxwazim nave we dewleta Ewropaye bidim. Le welatiyeki wan sala 2014an li Stenbole dema dixwest bi balafire biçe ciyeki din bi çenteyeki tiji muhimat va hat girtin. İro Fransa nahele em çekan bikirin ü astengiyan derdixine. Me we çaxe Fransa hişyar kiribü. Gelo çima guhe xwe neda me?"

Serokomar Erdogan li ser sücdarkirina Yekitiya Ereban ya ku dibejin ev hereketa diji bakure Süriyeye 'dagirkirine' wiha got:

"Ev welaten Ereban yen ku niha ji me aciz in, gelo wan ji çend penaberan ra deriye xwe vekirin? Ji bo çareserkirina kriza mirovi ya li Süriyeye diqewime, wan heta niha çi kir? Heta niha piştgiri dane kijan hewldanen siyasi? Daxuyaniya wan fikir ü ramanen wan gele Ereb temsil nake. Edi tu meşruiyeta Bihara Ereban nema." -



 
Latest News





 
 
Top News