Serokomare Tirkiyeye ü Seroke Gişti ye AK Partiye Recep Tayyip Erdogan di 7emin Kongreya Bajer a Asayi ya Meletiye ya partiya xwe da axivi.
"Di kiteba me da edaleta civaki heye"
Erdogan der bare parvekirina nijadperest a parlamentere Hollandaye da wiha got: "Li cem me faşizm tune, li cem we heye. Di kiteba me da edaleta civaki heye. Hezen dinyaye kirine haleki wisa ku le naye jiyin ji ber ku em listika wan xirab dikin, me ji hedef digirin. Bihele bila me hedef bigirin, sekin tune, eme dewam bikin."
"Em li ser deweta milete mezlüm li we dere ne"
Serokomar Erdogan der bare tekoşina diji terore da axivi ü wiha got: "Ji tekoşina terore bigirin heta herekaten me yen dersinor di tu mijare da me sere milete xwe berjer nekiriye ü şaşiyeke me ya wisa çenebüye ü we çenebe. Esede zalim dibe ku kesen keri wi te dewet bike, le em li ser deweta milete mezlüm li we dere ne."
"Em dewleta qebileye ninin"
Erdogan ji Amerikaye ra ji wiha got: " Me ji bo F-35e gav avet, we em tehdid kirin. We got 'S400an paşve bişinin Rüsyaye' Em dewleta qebileye ninin, Tirkiye ne"
Erdogan behsa piştgiriya Tirkiyeye ya Azerbaycane kir ü wiha dewam kir: "Hin Ameriki biraye min İlham digerin ü je ra dibejin 'Em dizanin ki li cem we ye. Erdogan heye, Tirkiye heye. Wext be em dikarin li hemberi Tirkiyeye ji mueyideyan bikin' Tu nizani tu bi ki ra direqisi, mueyideya te çi be, dereng nemine bike." -
|