Li gor encamen teqez en hilbijartina gişti ya Iraqe ku di 12 gulane da hatibü kirin koalisyona Muqteda Sedr bü yekemin.
Riyad Bedrane Seroke Daireya Komiseriya Hilbijartina Bilind a Serbixwe ya Iraqe di avahiya komiseriye ya li Bexdaye da civina çapemeniye li dar xist ü diyar kir ku li gor encamen teqez en hilbijartine koalisyona Sedr piştgire we bü di hilbijartine da bü yekemin. Koalisyona Sairüne ya Sedr di parlementoya Iraqe da ji 329 parlamenteran 54 parlamenter qezenc kirin.
Bedran got ku koalisyona Fetihe ya ku peşenge we ji fermandaren Heşdi Şebiye Hadi Amiri bü ji 47 parlamenter qezenc kirin ü di hilbijartine da bü duyemin. Koalisyona Nasire ya bi lideriya Serokwezir Heyder İbadi ji 42 parlamenter qezenc kirin ü bü seyemine hilbijartine.
Partiya Demokrat a Kurdistane (PDK) ya bi Serokatiya Mesüd Barzani 25, Yekitiya Niştimani ya Kurdistane (YNK) 17, Gorane 5 ü Tirkmenan ji li Kerküke 3 parlamenter qezenc kirin ü şandin meclisa Iraqe. -
|