Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 25/04/2024 22:09 
News  > 

Emrê Xwe Ji Bo Paqijkirina Mayînan Xerc Kiriye

26.03.2019 15:50

Hoşyar Eliyê Helebçeyî 33 sal e mayînên li ser sînor paqij dike û gel ji talûkeyan xilas dike Hoşyar Elî: "Min 2 hezar û 700 mayînên DEAŞê yên li Mûsil, Başik, Telskop, Hazir û yên din bicih kiribûn berteref kirin.

Li Helebçeya bajare Iraqe di navbera salen 1980-1988an dema şere Iraq-İrane da li ser sinor bi sed hezaran mayin hatin bicihkirin. Hoşyar Eliye Helebçeyi 33 sal e van mayinen li ser sinor paqij dike, gel ji talükeyan dipareze.



Eliye 56 sali emre xwe ji bo paqijkirina mayinan xerc kiriye, di ve reye da gelek tişten xirab hatine sere wi. Herdu lingen Eli ji ber mayinan qop büne, le wi disa dev ji vi kari bernedaye.



Eli çiroka xwe ya 33 salan ji nüçegihane AAye ra got.



Ji bili mayinen dema şere Iraq-İrane li ser sinor hatine bicihkirin, mayinen DEAŞa rexistina terore yen di sala 2014an pe va li hereme hatine bicihkirin ji di nav da bi sed hezaran mayin bi deste Eli hatine paqijkirin.



Herdu lingen wi ji qop büne



Eli wiha behsa paqijkirina mayinan kir: "Min 2 hezar ü 700 mayinen DEAŞe yen li Müsil, Başik, Telskop, Hazir ü yen din bicih kiribün berteref kirin."



Der bare lingen wi yen qop büne da ji Eli got linge wi ye raste li Bamoya bajaroka Helebçeye, linge wi ye çepe ji li Pencevina herema Silemaniyeye ji ber pelkirina mayinan qop büne ü wiha dewam kir: "Agahiyen di rebera imhekirina mayinan ya ku dabün min da kem bün, zede hürgili te da tunebün. Ji ber ve di du büyeran da min peli mayinan kir ü lingen min qop bün. Mayinen di bin keviran da hatibün bicihkirin herdu lingen min ji min hildan."



Eli got wi ne bi tene mirov, gelek heywan ji ji mayinan xilas kirine ü wiha behsa operasyona Müsile ya sala 2017an kir: "Gelek mayinen DEAŞe bombeyen bisaet bün. Miroven wan hildidan deste xwe dimirin. Min xwest ez ji tişteki bikim ü çüm Müsile. Di operasyone da min gelek bombeyen bisaet berteref kirin. Li hereme her kes min nas dike, heke yek ji min alikariye bixwaze ez bi dildari heman diçim."



"Ya rasti Japonyaye lingen min dane min, jiyana min hesantir kir"



Eli perçeyen bombeyan en dema Sedam Huseyine seroke Iraqe ye tekçüyi di 16e Adara 1988an da ji bo erişa kimyewi hatibün bikaranin ü bübün sedema kuştina 5 hezar kesan li mala xwe vedişere ü got ew bombe ü mayin bi deste welaten Rojavayi hatine çekirin.



Di sala 1993an da Eli bi alikariya saziyen alikariye çüye Japonyaye ku tedawi bibe ü wiha behsa we deme kir: "Li Japonyaye ez gelek caran emeliyat büm ü lingeki protez çekirin. Ev ji yen din baştir bü. Ji hela derüniye va bü sedem ku ez xwe baştir his bikim. ya rasti Japonyaye lingen min dane min, jiyana min hesantir kir."



Eli got ewe di demeke nezik da muzeyeke veke ku kare ku dike baştir bide nasin, mayin ü bombeyen imhe kirine li wir bide nişandan. -



 
Latest News





 
 
Top News