Frank-Walter Steinmeiere Serokomare Almanyaye got li gelek ciyen Almanyaye bi peşdaraze li diji Mislimanan tev digerin ü nikarin xwe ji ve ra ker bikin.
Steinmeier beşdari çalakiya ji bo salvegera 40an ya avakirina Navenda Dokumantasyon ü Hevditina Xiristiyan ü Mislimanan (CIBEDO) a li Berline hat lidarxistin bü ü di çalakiye da axivi. Steinmeier bang kir ku bira ji bo jiyana bi hev ra ya Xiristiyan ü Mislimanen li Almanyaye re ü regez werin ditin.
Serokomar Steinmeier diyar kir ku jiyana bi hev ra ya civaken cuda be pirsgirek nine ü her kes ji cudahiye weki dewlemendi nabine ü wiha axivi: "Rasti ew e ku li gelek ciyan li diji Mislimanan bi peşdaraz tevdigerin ü rike xwe dikutin wan ü em nikarin xwe li ber ve ker bikin."
Steinmeier got dibe li ser pirsgirekan biaxivin ü çareseriyan bibinin ü wiha pe da çü: "Ji bo jiyana bi hev a dibe em re ü regezan eşkere bikin. Dema hewce bike ji dibe sinoren eşkere xez bikin."
Serokomare Almanyaye Steinmeier got dibe li diji hemü kesen "li ser nave din qanüna bingehin ü dewlete rexne dikin" ü "insanan ji ber dinen wan ji xwe dür dixin ü cudakariye dikin" sinoren eşkere werin xezkirin, her kes dikare di çarçoveya pergala qanüna bingehin da li gor dine xwe biji.
Steinmeier ji Xiristiyan ü Mislimanan xwest ku bira bi hev ra biaxivin ü wiha axivi: "Hetani dibejin gelo İslam aide Almanyaye ye an na ü dikevin niqaşan, dibe em Xiristiyan di nav xwe da ü bi Mislimanen cinare xwe ra biaxivin ü bejin gelo İslamiyet ü Xiristiyani ji bo pirsgireken ciwanan çi dibeje, em dikarin çareseriyen çito bibinin ü li ser ve biaxivin." -
|