Serokwezire Libnane Saad Heriri got ku ew nikarin mueyideyen Amerikaye yen diji Hizbullahe biguherinin le em dikarin Libnane ji ve dür bixin ü ji bo tesira heri kem bixebitin.
Li gor nüçeya NNAya ajansa fermi ya Libnane, Serokwezir Heriri bi Mike Pompeoye Wezire Karen Derva ye Amerikaye ra hat bal hev. Heriri ü Pompeo pişti hevditine civineke çapemeniye li dar xistin ü pirsen rojnamevanan bersivandin.
Heriri got ku biryara mueyideyen diji Hizbullahe ji Kongreya Amerikaye derdikeve ü wiha axivi: "Deste me nagiheje wir. Em nikarin mueyideyen Amerikaye yen diji Hizbullahe biguherinin le em dikarin Libnane ji ve dür bixin ü ji bo tesira heri kem bixebitin."
Serokwezir Heriri li ser idiaya İsraile ya ku li welate wan ciyen çekirina fuzeyen Hizbullahe hene wiha got:
"Amerikayi li ser ve mijare bi me re diaxivin. Ez naxwazim hemü hürgiliyan li vir bibejim. Ji bo qenciya Libnane reya heri bezirar ka çi ye em e ji bona peydakirina we bixebitin. İsrail biryara xala 1701e ya Konseya Ewlehiye ya Neteweyen Yekbüyi ixlal dike. Em polese İsraile ninin." -
|