Serokomar Erdogan: "Em e li bakure Süriyeye destüre nedin avakirina dewleta qaşo ya PYD ü YPGye. Hin kes qala 'dewleta kurdan' dikin. Ez ve ji bo xwişk ü birayen xwe yen kurd wek heqaret dibinim. Lewra ez wisa bawer dikim xwişk ü birayen min en kurd li bakure Süriyeye ü başüre Tirkiyeye we firsende nedin tişteki wiha."
Serokomar Recep Tayyip Erdogan li Kuliyeya Serokomariye di Civina Mixtaran a 39emin da axivi.
Erdogan diyar kir li mixtaran gef te xwarin ü wiha xeberda: "Hetani ku gele min e li Rojhilat, Başüre Rojhilate ü welate negiheje hizüre em nikarin wek seroke dewlete bejin me berpirsyariya xwe bi ci ani. Mixtaren min tehdid dikin dibejin 'Heke ji vi gundi xenci me ji partiyeke din ra ray derkevin bizanibin ku hüne ben kuştin', hetani ku ev dewam bike ez nikarim bejim min berpirsyariya xwe bi ci ani."
Serokomar Erdogan der heqe rewşa derasayi da wiha got: "Taybetiya heri giring a rewşa derasayi ya niha çi ye? Berterefkirina rexistinen terore ye. Rexistinen terore ji şikeft ü sitargehen wan derdixe ü imhe dike. Lewra heger xelke min e li rojhilat ü başüre rojhilat ü xelke li welate min heta hizür ü aramiye nebine we hinge wek seroke dewlete em berpirsyariya xwe bi ci naynin."
Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "Welateki me, alayeke me ü dewleteke me heye. Welateki 780 hezar kilometreqere. Em e mala wan kesen ku hewl didin vi welati parçe bikin, weran bikin."
Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser tekoşina diji terore ü wiha got: "Xwestin çi bikin? Xwestin li bakure Süriyeye koridoreke terore vekin ü bigihejin Behra Sipi. Bila li qisüre meze nekin li Cüdi, Tendürek, Qendil, Gabar ü Bestler-Derelere me çi kir ü em çi dikin, em e li her dere ji wexte wan bibinin em e heman tişti bikin ü berdewam bikin."
Serokomar Erdogan wiha axivi: "Ew kesen ku çaxe mijar berjewendi, hesasiyet ü daxwazen Tirkiyeye be qala demokrasi, mafen mirovan dikin ü radibin derse bidin me, em dizanin ku berjewendiyen xwe li ser her tişti digrin. Xeyala wan ew e ku Tirkiye bi hemü gotinen wan bike ü ji emre wan ra amade be. Çaxe em ajandaya xwe teqib dikin, helwesteke birümet nişan didin ew har dibin dibin, ew e har ji bibin."
Erdogan wiha got: "Niha em li ser behre balafirgeheke çedikin, ev dibejin 'em naxwazin.' Ma ev ki ne? Komunist in komunist. Balafirgeheke ku Artvin ü Rizeye digihine hevdu, ev dibejin 'em naxwazin.' Ev zehniyeta çepgir, ev komunist, ev tu cari nabin welatperwer, miletperwer."
Serokomar Erdogan wiha xeberda: "Yek rabüye qaşo meşa edalete dike, ji Enqereye derdikeve ber bi Stenbole va dimeşe. Car caran ji di karavane de rüdine ü bi kirase xwe va xwarine dixwe. İro ji min le niheri rojnameyeke serenavek weşandiye ü dibeje "Filankese welati". Ev li hember welatiyen min heqaret e. Welatiye min we wiha rabe hela ku seroke partiya siyasi ya muxalafeta sereke be we bangi rojnamevaneki bike ü bibeje 'Were, vi weneye min bikşine' ü paşe ji we bibeje 'Ez seroke partiya Ataturk im'. Te qet Ataturk wiha bi kiras ve dema ku xwarin dixwar dit? Ma tişteki wiha heye?"
Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Her kese ku koka wi, nijada wi ü jiyana wi çi dibe bila bibe, heke bi rexistinen terore yen wek FETO, PKK, DEAŞ ü DHKP-Cye re tekiliyen wi tune bin, dile me ü hembeza me ji wi re vekiriye. Bila neye jibirkirin, ev tekoşina ku em didin ne ji bo berjewendiya partiyeke, an ji siyasetmedareki ye. Em ji bo bekaya gel ü welate xwe tekoşine didin. Tu kes nikare ji bo berjewendiyen xwe ü daxwazen xwe derbeye li ve tekoşine bixe. Me bi ve nerine va di partiya xwe de guherineke xurt kir. Em li bendene ku partiyen din ji xwe nü bikin ü tevgeren xwe, axaftinen xwe car din ji ber çav re derbas bikin." -
|