Komisere Bilind e Mafen Mirovan e Neteweyen Yekbüyi (NY) Zeyd Raad El Huseyin biryara Amerikaye ya ku ji Konseya Mafen Mirovan a NYe veqetiya nirxand ü we biryare wek "xeyal şikestin" binavkir.
Huseyin ji ser hesabe xwe ye medyaya civaki der bare mijare da wiha nivisi: "Di roja iro da dema mirov li rewşa mafen mirovan meze dike dibine ku Amerika di şüna paşva gav avetine da bi peş va bimeşe."
Di nivisa xwe da Huseyin got ku biryara Amerikaye ya ji Konseya Mafen Mirovan a NYe veqetin tişteki "metelhişti" nine le we biryare wek "xeyal şikestin" binav kir.
Seroke Konseya Mafen Mirovan a NYe Vojislav Suc ji der bare biryara Amerikaye da daxuyaniyeke niviski weşand ü ragihand ku cihe ji Amerikaye vala bü lazime di Lijneya Gişti ya NYe da be nirxandin ü biryara hewce dike be dayin.
Nünera Daimi ya NYe ya Amerikaye Nikki Haleye diyar kiribü ku welate we ji Konseya Mafen Mirovan a NYe we veqete ü wiha gotibü: "Ev konsey layiqe nave xwe nine." -
|