Serokomare Tirkiyeye ü Seroke Gişti ye AK Partiye Recep Tayyip Erdogan: "Em e destüre nedin ku tu kes heviya gele me bişikine ü bi nan ü keda gele me bilize. Armanca listiken wiha sewze ü feki nine, rasterast aboriya Tirkiyeye ü Tirkiye ye."
Erdogan li Bursaye li Meydana Gokdereye di mitinga AK Partiye da xitabi xelke kir ü diyar kir ku Serokatiya Revebiriya Qade ya Uludage ava dikin ü wiha peyivi: "Ji bona Uludag ji bona Bursaye ü welate me bibe dereke baş em Serokatiya Revebiriya Qade ya Uludage ava dikin. Bi saya ve we li Uludage 12 meh feydeya turizme hebe ü we kar ü xebat baş ben meşandin."
Serokomar Erdogan destnişan kir ji ber ku teroristan dikujin Kemal Efendi aciz dibe ü got ku tevi HDPya ku rexistina terore pişgiriye dide we ü bi hev ra dimeşin, aciz dibin.
Erdogan diyar kir parlamentereke jin ya ji endamen rexistina terore deste poleseke wan ya jin gez kir ü wiha got: "Ma em e hesabe van tiştan nepirsin? Em e bipirsin. Wiha nabe, we berdela ve bidin."
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da Partiya İYİye rexne kir ü wiha axivi: "Partiya İYİ dibeje 'ez neteweperwer im' ü wexta dibeje 'ez neteweperwer im' ji ev xanim tevi CHPye çawa dikare bikeve mile HDPya ku nünera rexistina terore ye ü bi wan ra digere."
Erdogan destnişan kir heger di meseleya Süriyeye da sistiyeke biçük ji bikin dizanin ku we di peşeroje da maliyeten çiqasi giran derkevin ber Tirkiyeye.
Serokomar Erdogan diyar kir heger ji welat ü ji vi geli hez dikin werin bi hev ra di 31e Adare da sileyeke Osmaniyan di sandoqe da li CHPye ü yen din bixin.
Erdogan destnişan kir we destüre nedin ku tu kes heviya gel bişikine ü bi nan ü keda gel bilize ü got ku armanca listiken wiha sewze ü feki nine, rasterast aboriya Tirkiyeye ü Tirkiye ye. -
|