Serokomare Tirkiyeye Recep Tayyip Erdogan ji bo ku beşdari hevditinen Lijneya Gişti ya 74emin a Neteweyen Yekbüyi li New Yorka bajare Amerikaye ye ü li Otela Mandarin Orientale beşdari bernameya "Xwarina Kevneşop a Weqfa TURKENe" bü, te da axivi.
Erdogan got, "Weqfa me bi xebaten xwe yen perwerdeye ü bi projeyen xwe va me serbilind dike. Ez her birayeki xwe ye ku keda wi di ve serkeftine da heye, her xerxwazeki me piroz dikim, dibejim 'Xwede ji wan razi be'. İnşeallah di pevajoya peş me da ez bawer dikim ku TURKEN we serkeftinen xwe zedetir bike."
Erdogan ji ciwanan xwest ku be bi ezm ü xiret xebaten xwe bidominin ü wiha dewam kir:
"Weke hün dizanin li vi welati ji bere va gelek lobiyen ku diji welate me fealiyetan dikin, hene. Em hemü dizanin ku xayinen FETOye ji dixwaze tekiliyen navbera herdu welatan jehri bike ü di heman deme da di nav misilmanan da fitneye derxe. Ji bo ve ji hewildaneke mezin dide. ve rexistine di şeva 15e Tirmehe da 251 meriven me şehid kirin, 2 hezar ü 193 welatiyen me ji birindar kirin. Em biryardar in ku li hemü dinyaye dek ü dolaben ve rexistine derxin meydane. Şarlatane li Pensilvanyaye di seri da em e li ber daraze ji hemü kujeran ü kesen dane kirin hesabe kirinen wan bipirsin. Ji bo ku serkirdeye rexistine ü teroristen din iadeyi welate me bikin Wezareten me yen Edalet ü Karen Derva li Amerikaye diplomasiye didominin. Ez ji we ji dixwazim ku ji bo ve rexistine baldar bin ü li her platforme rüye rastin e nemerden FETOye bibejin."
Erdogan diyar kir, ji milyon ü nivi zedetir kes li Stenbole beşdari TEKNOFESTe bün ü TEKNOFEST li dinyaye 1 nimre ye ü wiha dewam kir, "Heke meriv bixwaze dibe, meriv xiret bike, dikare bike." -
|