Li Iraqe endamen çapemeniye yen ku li ser rebeja Hewler-Kerküke qerebalixiya leşkeri teqib dikirin di navbera agire şer da man.
Ekiba Ajansa Anadoluye (AA) ü rojnamevanen ji Tirkiyeye li Pirdeya bajaroka Kerküke ya ku kontrola we kete deste hezen ewlekariya Iraqe li ser rebeja Hewler-Kerküke teqib dikirin, di we deme da hezen Iraqe erişi mewziyen Peşmerge kirin ü rojnamevan di navbera agire erişe da man.
Di demeke kin da ji 10i zedetir topen hewane di ser hereme da ketin, ji rojnamevanan kesek birindar nebü, ji ber parçeyen şarapnelan wesayita ekiba AAye zirar dit.
Paşe rojnamevanan bi imkanen xwe va ji xwe ra kozik çekirin ü derbasi wesayitan bün ü ji hereme veqetiyan.
İdris Okuducuye ji ekiba AAye ye ku di navbera agire şer da ma wiha got:
"Peşiye rewş normal xuya dikir lebele bi careke re erişen li diji mewziyen Peşmerge dest pe kirin. Me fehm nekir ku çi dibe. Me xwe avete mewziyan ü ji bo ku şarapnel ji me negrin xwe parast. Min dit ku peşmergeyen li der ü dora me birindar ketin ü çawa ku firsend kete deste me em derbasi herema ewledar bün. Pevçüneke mezin bü. Denge top ü guleyan qet kem nebü."
Hat ragihandin ku peşmergeyen birindar bi wesayitan rakirin nexweşxaneyen Hewlere. -
|