Malbaten li navenda Efrina bi deste Arteşa Tirkiyeye va di çarçoveya Operasyona Çiqle Zeytüne da ji YPG/PKKya rexistina terore hat rizgarkirin edi dixwazin ku bigihejin zaroken xwe yen ji ber tirsa rexistine reviyabün.
Li Efrina ku ket bin kontrola Arteşa Tirkiyeye ü Arteşa Süriyeya Azad şeniyen li we dere piçek çaven xwe vekirin ü bi ser xwe da hatin. Malbaten Efrini qala zordesti ü tevgeren ku rexistine li hemberi wan diemiland kirin.
Ebü Farüqe bave 3 zarokan daxuyani da nüçegihan AAye ü got: "Ez ü xanima xwe bi tene man. Rexistine zor da me. Zaroken min ji ji ber zordestiya wan ji Efrine reviyan. 2 lawen min li Tirkiyeye ü ye din ji li Libnane bi cih bü. Rexistine tehdayi li me kir. Xwestin ku zaroken min hildin ü bibin çekan bidin deste wan. Li ser ve ew ji ji ve dere reviyan ü ez zaroken xwe yen li Tirkiyeye 5 sal in nabinim. Ye li Libnane ji ev 10 sal e min neditiye."
Disa ji Efrine Mihemed Reşide bave 5 zarokan ji got: "Rexistin hat bal min ü zaroken min xwest. Zaroken min zewici bün. Zaroken wan en li deste wan dinihertin hebün. Xwestin ku kuren min bi dare zore hildin ü çekan bidin deste wan. Le heke ew tevli rexistine bibüna we ke li zaroken wan biniherta. Paşe zaroken min li hemberi zext ü zordestiya rexistine li ber xwe nedan ü çün dervayi welet. Ez paşe hin büm ku duduye ji wan çüne Almanyaye ü yek ji li Tirkiyeye ye."
Eli Ebdoye li Efrine bi çaven xwe dit ku rexistin zarokan hildide ü çekan dide deste wan wiha pe da: "Rexistine zarokan hildide ü çekan dide deste wan ü fikr ü ramanen xwe dikir sere wan zaroken emre wan ji 15 sali biçüktir e. Gelek zarok beyi xebera malbaten wan hildidan ü çek didan deste wan." -
|