Di encama lekolina li Şaredariya Gurpinare hat kirin da derket hole S.B.ye wek Wekile Midüre Karen Mali xebitiye, ji hesabe şaredariye 787 hezar ü 859 lire şandiye hesabe xwe.
Qaymeqam Osman Dogramaciye bi deste Wezareta Karen Navweyi wek "Wekile Şaredar" li ciye Zeki Yildize Şaredare Gurpinare ye DBPye hat wezifedarkirin, di hesaben 3 salen dawin en şaredariye da lekolin kirin.
Di lekoline da derket hole S.B. ji hesabe şaredariye 787 hezar ü 859 lire şandiye hesabe xwe.
Pişti ev mijar derket S.B.ye welatiye Holandaye ye firar e ü ji bo qefaltina wi xebat dewam dikin.
Dogramaci der bare mijare da daxuyani da nüçegihane AAye ü destnişan kir di encama lekoline da derket hole S.B. ji bo hesabe internete ji şaredar raye hildaye ü ji hesabe şaredariye pere şandiya hesabe xwe.
Dogramaci diyar kir li ser hemü hesaban lekolin hat kirin ü wiha got: "S.B. ji hesabe şaredariye 787 hezar ü 859 lire şandiye hesabe xwe. Li ser ve me seri li dozgeriye xist ü der bare wi da biryara qefaltine xwest." -
|