Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 29/04/2024 21:34 
News  > 

Diyarbekirê di Eyda Remezanê da mazûvaniya 500 hezar kesî kir

Diyarbekirê di Eyda Remezanê da mazûvaniya 500 hezar kesî kir

14.04.2024 13:57

Diyarbekira ku bi turizma çandi va di nav bajaren Tirkiyeye yen heri navdar da ci digire di betlaneya Eyda Remezane da ji hela gelek geştiyaran va hat ziyaretkirin.

Cihen diroki ü çandi yen weki Kompleksa Muzeye ya İçkaleye, Mizgefta Mezin a diroki, Pireya Dehderi, deren ku hatine nükirin, Xana Hesen Paşa ü bircen diroki yen di Listeya Miraten Dinyaye ya UNESCOye da ne bi geştyaran tije bün.

Ji ber ku eleqeyeke zede çebü, li bajer 101 otelen ku ji wan 36 heb xwedi sertifikayen turizme ne ü 3 hezar ü 500 odeyen wan ü 7 hezar ü 20 nivinen wan hene ji sedi sed tije bün.

Ji ber ku otelen bajer tije bün ziyaretvan çün navçeyan ü li otelen li wir man.

Cihen ku kebaba kezebe ü şeraniya qedayife difiroşin ji mazüvaniya gelek ziyaretvanan kirin.

Esnafen bajer ji ber geşbüna turizme ü hatina geştiyaran geleki kefxweş bün.

Otelen navçeyan ji tije bün

Seroke Komeleya Otelvan ü Turizme ya Diyarbekire Deniz Guler ji nüçegihane AAye diyar kir ku ew ji ber geşbüna turizme pir kefxweş in.

Guler daxuyand ku li gori betlaneyen bere ne tene otelen li bajer, otelen li navçeyan ji tije bün ü wiha got: "Di betlaneyen din da otelen me yen li navende tije dibün, di ve betlaneye da otelen me yen li navçeyan ji tije bün ü em ji ber ve geleki kefxweş in."

Seroke Lijneya Nünertiya Herema Mezopotamyaye ya TURSABe Serdar Baturay ji diyar kir ku li gori eyden din di ve eyde da hejmara ziyaretvanan pir zede bü ü wiha axivi: "Hejmara ziyaretvanan gihişt 500 hezari. Diyarbekir di diroka xwe da qerebalixa wiha zede dibine. Mezopotamya edi we eleqeyeke zede bibine. Heke em qaliteya xizmeta xwe kem nekin, em e di nav sale da hejmara ziyaretvanan ya ku me hedefek dabü li ber xwe derbas bikin."

"Me di Eyda Remezane da rekora ziyaretvanan şikand"

Alikare Midüre Muzeya Diyarbekire Mujdat Gizligol diyar kir ku hejmara ziyaretvanen muzeye di sala 2021i da 47 hezar, di sala 2022yan da 68 hezar ü di sala 2023yan da ji 131 hezar bü.

Gizligol got hejmara ziyaretvanan her sal zedetir dibe ü wiha dewam kir: "Li gor heman heyame ya par ji sedi 92 zedebüne va em li Tirkiyeye bün muzeya ku hejmara ziyaretvanan le heri zede dibe. Di 3 rojen Eyda Remezane da 7 hezar ü 416 kes hatin muzeya me. Me di Eyda Remezane da rekora ziyaretvanan şikand."

22 hezar ü 447 kesan Keleha Zerzewane ziyaret kir

Keleha Zerzewane ya ku di serdema İmparatoriya Romaye da weki "niştegeheke eskeri" dihat bikaranin mazüvaniya bi hezaran ziyaretvanan kir.

Seroke Kar ü Baren Kolandine Prof. Dr. Aytaç Coşkun diyar kir ku di eyde da 22 hezar ü 447 kes hatin ziyareta Keleha Zerzewane.

Coşkun diyar kir ku par di Eyda Remezane da 13 hezar ü 200 kesi keleh ziyaret kir ü heke xebaten kolandine xelas bibe hejmara ziyaretvanan we zedetir bibe.

Kefa esnaf hat

Şeyhmus Altoye li navçeya navende Süre hilberin ü firoşkariya şeraniyan dike diyar kir ku li gori eyda çüyi, teleba ji bo şeraniyan du caran zedetir bü.

Alto wiha got, "Di tetila 9 rojan da teleba ji bo şeraniyan ji parezgehen ciran ü dervayi welet zede bü. Em pir kefxweş in. Kefa hemü hevalen me yen esnaf hat."

24 ton ceger hat xwarin

Seroke Odeya Loqintevan, Kebabvan ü Şeranivan a Diyarbekire Haşim Elkaan destnişan kir ku di eyda çüyi da li bajer 12 ton, le di ve eyde da 24 ton ceger hat xwarin.

Elkaan diyar kir ku ew kefxweş in ku hejmara ziyaretvanen bo Diyarbekire zede ye ü wan li gori par du caran zedetir kibabe cegere peşkeşi wan kir.

"Ez qet rasti qelebalixiyeke wiha nehatime"

Cansin Savaşa ku ji Enqereye cara ewil hatiye Diyarbekire ji bal kişand ku Diyarbekir, bajarek e ku pir eleqeye dibine ü her wiha ew li bajare geriya ü wi bajar pir eciband.

Savaşe diyar kir ku ew e ji hevalen xwe ra ji peşniyaz bike ku ben ditina bajer ü di heman deme da esnas ji pir eleqedar ü mevanperwer in ü lewma ji ew kefxweş bü ku hat bajer.

Mehmet Ertunçe ku ji Wane ji bo cara ewil hatiye Diyarbekire ji got ku wi tetila eyde li bajer derbas kir ü ji ber ve ji ew memnün e ü wiha dewam kir, "Ji bo kibabe cegere ez ketim dore. Me xwest em di ve eyde da cegere bixwin. Ev 20 deqiqe ye ez di dore da me. Em li bende ne, wer dixuye dor de heya 45 deqiqeyan paşe were me. Ez qet rasti qelebalixiyeke wiha nehatime." -



 
Latest News





 
 
Top News