Dayiken Diyarbekire ji ber ku HDPye wek berpirs dibinin ku zaroken wan revandine sere çiye, li ber avahiya bajer a HDPye çalakiya xwe ya rüniştine didominin ü dayiken Trabzone yen xwestin piştgiriye bidin çalakiye, çün Diyarbekire.
Dayiken Diyarbekire bi heviya zaroken wan en ku revandine sere çiye binin bidin wan, di 3ye ilone da li ber avahiya Serokatiya Bajer a HDPye çalakiya rüniştine dan destpekirin. 3 je xizmen şehidan 10 dayiken dildar ji bo ku piştgiriye bidin çalakiye ji Balafirgeha Trabzone bi re ketin ku herin Diyarbekire.
Gulşen Ozcana dayika Kadir Miraç Ozcan ji çü Diyarbekire. Di 16e rebendana 2017an da teroristan li navçeya Süre ya Diyarbekire teqemeni wek defik dani ü dema ku wesayita polesan a bizirx derbas dibü teqemeni hat teqandin ü Kadir Miraç Ozcan di we teqine da şehid ket.
Gulşen Ozcana dayika polese şehid Kadir Miraç Ozcan daxuyani da nüçegihane AAye ü diyar kir, we çawa ku tekoşina dayiken Diyarbekire dit, xwest ku here cem wan.
Ozcane destnişan kir ku wan ji bo welet canek da, ew amade ne ku cane xwe ji bidin ü wiha dewam kir:
"Ev ji deyne welet e. Ji bo ku herim deste dayiken we dere bigrim, bi wan ra bim ez diçim wir. Dayiken we dere reben in. Min xwest ez piştgiriye bidim wan. Daxwaza min a heri mezin ew ku dayiken şehidan ü dayiken kesen ku xapandine ü revandine sere çiye bi hev ra hereket bikin, li meydana Diyarbekire bicivin ü mitingeke mezin bikin. Heke dewlet rexistiniya ve yeke bike ez bawer dikim ku dayik we vi kari çareser bikin. Dile dayikan dikare ve çareser bike, weki din tu dil nikare çareser bike."
Parlamentera Trabzone ya AK Partiye ya bere Ayşe Sula Koseoglu ji bi dayikan ra çü Diyarbekire. Koseogluye ji diyar kir ji bo ku ew ji ji Trabzone dest bidin dayiken Diyarbekire ü li cem wan bin, ew ji diçin we dere.
Koseogluye diyar kir ku ew bi dayiken şehidan ra diçin we dere ü wiha dewam kir, "Min ji xatiya Ayşeya diya Eren Bulbul ra telefon vekir. We ji silaven xwe ji dayiken Diyarbekire ra şand. Em e silaven xatiya Ayşe ji dayiken Diyarbekire yen nobete digrin ra biherin." -
|