Hat ragihandin ku li Kyotoya herema Japonyaye agir berdan studyoya animasyone, di şewate da 23 kes mirin ü 36 kes ji birindar bün.
Çavkaniyen ewlekariye diyar kirin ku keseki sotemeni li avahiya studyoya 3 qati ya li Kyotoye reşand ü agir beri avahiye da.
Çavkaniyen agirkujiye destnişan kirin ku di şewate da heri kem 23 kes mirin ü 36 kes ji birindar bün, polesan diyar kirin ku kese dibejin agir beri avahiye daye ye 41 sali ji di nav birindaran da ye ü rakirin nexweşxaneye.
Weki mayin hat ragihandin ku polesan li dewsa büyere ker ditin.
Te texminkirin ku di dema derketina şewate da 70 kes di avahiye da bün.
Şahiden büyere destnişan kirin ku peşiye denge teqine bihistin ü paşe ji avahiye duman derket.
Studyoya bi nave "Kyoto Animation" (KyoAni) a di sala 1981e da hatiye avakirin bi gelek filmen animasyon ü rezefilman te zanin. -
|