Wezire Hawirdor ü Bajarvaniye Murat Kurum: "Di Projeya Kanal Stenbole da we mimariya nizm esas be. We qaden heyate yen saxlem ü ewle ku nirxen qedim diparezin, tebiete xera nakin ü talükeyen afate berteref dikin ben plankirin."
Murat Kurum li Komisyona Plan ü Budçeye ya Meclise der bare budçeya Wezareta Hawirdor ü Bajarvaniye ü saziyen eleqedar da peşkeşi kir.
Wezire Hawirdor ü Bajarvaniye Kurum diyar kir di Projeya Kanal Stenbole da we mimariya nizm esas be ü wiha got: "We qaden heyate yen saxlem ü ewle ku nirxen qedim diparezin, tebiete xera nakin ü talükeyen afate berteref dikin ben plankirin."
Kurum destnişan kir li tevahiya welet 592 hezar xani ü kargehan gori statuya 'avahiyen xeternak' nü dikin ü got ku je 442 hezar avahiyen serbixwe hatine xerakirin ü çekirina wan dest pe kiriye.
Wezire Hawirdor ü Bajarvaniye Kurum destnişan kir di firotina zeviyen male xezineye da 57 hezar kesi tapoyen xwe hildan ü got bi tevahi 45 hezar zevi bi 782 milyon lireyi hat firotin ü je 267 milyon lire hat tehsilkirin. -
|