Wezire Karen Navxweyi Ali Yerlikaya ragihand ku li 30 bajari di operasyonen "Bozdogan-17"ye yen diji DEAŞa rexistina terore da 147 şikbar hatin girtin.
Yerlikaya li ser hesabe xwe ye medyaya civaki destnişan kir ku di navbera 1e Hezirana 2023yan ü 25e Adara 2024an da li diji DEAŞa rexistina terore 1329 operasyon hatin lidarxistin ü di van operasyonan da 2 hezar ü 919 şikbar hatin girtin.
Wezir Yerlikaya diyar kir ku ji kesen hatin girtin je 692 kes hatin girtin, der bare 531 kesan da biryara kontrola adli hat dayin ü kar ü baren adli yen 187 kesan ji dewam dike.
Yerlikaya daxuyand ku li Adiyeman, Antalya, Batman, Bingol, Bolu, Bursa, Denizli, Diyarbekir, Erzirom, Eleziz, Stenbol, Giresun, Hatay, Qeyseri, Kirikkale, Kirşehir, Kilis, Kocaeli, Konya, Kutahya, Ordu, Meleti, Mersin, Sakarya, Samsun, Şanliurfa, Tokat, Trabzon, Yalova ü Yozgate operasyon hatin kirin.
Wezir Yerlikaya got, hat tesbitkirin ku ev şikbaren di operasyonan da hatin girtin di nav rexistine da berpirsyar in ü ji bo rexistina terore aboriye peyda dikin. -
|