Wezareta Parastina Neteweyi (WPN) ragihand ku di Operasyona Pence-Pilinge da teroristeki PKKyi hat berterefkirin, gelek çek ü muhimat hatin bidestxistin.
Di daxuyaniya wezarete da hat diyarkirin ku di Operasyona Pence-Pilinge ku li bakure Iraqe li diji hedefen terore bi serkefti didome da teroristeki PKKyi tevi çeka xwe AK-47, 4 şarjoren tiji, 3 narincok ü gelek muhimat va hat berterefkirin.
Di daxuyaniye da hat balkişandin ku di legerin ü kontrolen komandoyan en di şikeft ü stargehan da AK-47 tifingeke piyadeyan, RPG-7 roketavejek, 3 narincok, 4 şarjoren tiji, 160 heb 5.56 mm muhimate kalaşnikofe, 4 muhimaten roketa anti-tank, 3 teqemeniyen destçekiri, teqemeniyen destçekiri ya bi du hawinen 60 mmyi va giredayi, 150 kilogram amonyum nitrat, taximek kince termal, kince veşartine ye nişandaran, 2 şemsiyeyen termal ü alaven curbecur yen jiyane hatin bidestxistin.
Di daxuyaniye da hat diyarkirin ku alav ü teqemeniyen bidestxisti li ciye ku hatin ditin, hatin jinavbirin. -
|