Serokomar Erdogan destnişan kir di Operasyona Çiqle Zeytüne da ji destpeke heta niha 3 hezar ü 731 terorist hatine berterefkirin.
Serokomar ü Seroke Gişti ye AK Partiye Recep Tayyip Erdogan li Salona Spore ya Olimpik ya Bagcilare beşdari Kongreya Asayi ya 6emin ya AK Partiye bü.
Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser axaftina xwe ya bi Trump ü Pütin ra ü wiha got: "Duh evare bi Birez Trumpe Seroke Amerikaye ra em li ser heman mijare (Operasyona Çiqle Zeytüne) axivin. Du roj bere ji em bi Birez Putin ra axivin. Me got 'Em edi paşva gav navejin ü em li cem mezlüm ü mexdüran ci digirin.' Me got 'Vi geli di diroke da timi li cem mezlüm ü mexdüran ci giriye.' Me tu wexte li cem zaliman ci negirtiye."
Serokomar Erdogan diyar kir operasyon bi Efrine ra sinorkiri ninin ü wiha peyivi: "Ev kar bi Efrine naqede, peyra İdlib ü Minbic heye. İnşellah li vir ji heta heq bi ci were em e dewam bikin."
Erdogan di xeberda xwe da wiha got: "Em mecbür ninin bi her kesi ra bibin dost, le em dikarin bi her kese ku menfeeten me li hev dikin ra bibin mutefiq."
Serokomar Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da ji bona itifaqa cumhur wiha peyivi: "Bi itifaqa cumhur em e li Tirkiyeye guherin ü veguherine bikin. Weki hün dizanin ev itifaq di navbera MHP ü partiya me da ye. Di lijneyen rayedar da ev biryar hatine dayin ü me gav avetin. Li ser xere be ü piroz be. Helbet yen naxwazin qebül bikin hene. Helbet we hebe. Çima? Lewra itifaqa AK Parti ü MHPye ya itifaqa cumhur neyaran din ü har dike." -
|