Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 19/04/2024 03:47 
News  > 

Di Navbera Qeter Û Mîrektiyên Yekbûyî Yên Ereb de Peyman

13.03.2018 14:58

Piştî ambargoya welatên Kendavê di navbera Qeter û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb de cara ewil peymanek hat îmzekirin.

Di navbera Qeter, Mirektiyen Yekbüyi yen Ereb ü şirketen nefte yen Japonyaye de ji bo ku ji qada nefte ya Al- Bunduqe neft be derxistin ü xebat peşve ben birin, peyman hat imzekirin.



Şirketa nefte ya fermi a Qetere, Qatar Petroleume li ser nave Mirektiyen Yekbüyi yen Ereb şirketa Abu Dhabi Supreme Petroleum Councile ü şirketa Nefte ya Neteweyi ya Abu Dabi (ADNOC) ü Şirketa Hevpar a Peşvebirina Nefte ya Yekbüyi ya Japonyaye ü Şirketa Hevpar a Al Banduq peymanek imze kirin.



Li gor ve peymane ji qada nefte ya Al-Bunduqe we neft be derxistin ü xebat peşve ben birin.



Seroke Qatar Petroleume Saad Şerida el-Qaabi got şirketa Qatar Petroleume her tim itibara xwe ya navneteweyi dipareze.



Pişti ku di hezirana 2017an de welaten Kendave ambargo dan li ser Qetere tu peyman nehatin imzekirin. Ji we diroke vir ve ev peymana ewil e ku bi Mirektiyen Yekbüyi yen Ereb re hatiye imzekirin.



Ji bo qada Al-Bunduqe cara ewil di adara 1953an de revebiriya Abu Dabiye ü Şirketa Hevpar a D'Arcy Exploratione peymaneke imtiyaze hatibü imzekirin. Ji we diroke pe va ev peyman gelek caran hat guherandin.



Di adara 1969an de di navbera Qeter ü Abu Dabiye de peyman hatibü imzekirin ku qada Al-Bunduqe herdu ali bi awayeki wekhev ve qade xwedi derkevin. -



 
Latest News





 
 
Top News