Bi protokola di navbera Tirkiye ü İrane da hat imzekirin di navbera Agiri ü Urmiye ü Tebrize da seferen minibusan ya transit dest pe kir.
Suleyman Elbane Waliye Agiriye di merasima li ber walitiye hat kirin da axivi ü destnişan kir di navbera Agiri ü İrane da sinoreki berfireh heye.
Elban destnişan kir ji xeyni sinor ji hela dirok, çand ü baweriye va di navbera Agiri ü İrane da nezikahi heye.
Suleyman der bare seferen di navbera Agiri ü İrane da wiha got: "Ji seferan yek we ji ser Makuya bajare İrane here Tebrize ü ya din ji ji ser Xoye here Urmiyeye. Pişti ku pergal çebü em e seferen bin deste sektora taybet."
Elban diyar kir pişti hevditina rayedaren gumruke yen herdu terefan ji bona derbasbüna wesaitan we imkan çebin ü got ku sefer li herdu terefan piroz be.
Hat diyarkirin 4 minibusen bi deste İdareya Taybet ya Agiriye hatine kirekirin we 6 mehan seferen duali bikin ü li gor pewistiye dem be direjkirin.
Li gor agahiyan seferen ji bona zedekirina ticaret ü türizme dest pe dikin her sibeh we wesait ji İrane ben Agiriye ü pişti nivro ji Agiriye vegerin İrane. -
|