Hat ragihandin di mitinga hilbijartine ya Eşref Xeniye Serokomariye Efxanistane beşdar bü da ji ber erişa xwekujiye 24 kes hatin kuştin.
Nasrat Rehimiye Berdevke Wezareta Karen Navxweyi destnişan kir ku erişkar bombeya ku kiribü motorbisqilete li Cengel Baxa herema li wilayeta Parwane li texma qerebalixa ku ji bona mitinge kom bü da teqand.
Qasim Sengine Serhekime Nexweşxaneya Parwane diyar kir ji ber erişe 24 kes hatin kuştin ü 31 kes birindar bün.
Sengin destnişan kir rewşa hin kesen birindar giran e.
Li gor agahiyen şahidan di dema erişe da Eşref Xeniye Serokomariye Efxanistane li qada mitinge bü ü sax ü silamet ji erişe xilas büye.
He kesi eriş hilnedaye ser xwe.
Li Efxanistane hilbijartina serokomariye we di 28e İlone da be kirin. -
|