Serokomare Tirkiyeye Recep Tayyip Erdogan beriya here Bakuya Azerbaycane ku beşdari 7emin Civina Konseya Hevkariya Welaten Zimane Tirki Diaxivin (Konseya Tirkan) bibe li Balafirgeha Ataturke civineke çapemeniye li dar xist.
"Civina 7emin a Konseya Tirkan we ji gelek helan va di diroke de cih bigre"
Ergogan der bare Civina 7emin a Konseya Hevkariya Welaten Zimane Tirki Diaxivin da wiha got: "Ew şirikati ü piştevaniya ku di nav alema Tirkan da her ku diçe zede dibe, xurt dibe ji bo me wesileya kefxweşiye ye. Civina 7emin a Konseya Tirkan we ji gelek helan va di diroke de cih bigre."
Serokomar Erdogan got ewe di civine da bi seroken dewletan ra biaxive ü wiha dewam kir: "Em e agahiyen berfireh en li ser Herekata Kaniya Aştiye bidin mixataben xwe."
Li ser pirsa "Arteşa Süriyeye vegeriyaye Minbic ü Eyn El Erebe ü PYDye ra li hev kiriye, di ve mijare da bi Rüsyaye ra tu pewendiyek heye an na? " Erdogan got niha gelek gotin ten gotin ü xeyb ten kirin.
Erdogan behsa Herekata Kaniya Aştiye kir ü wiha pe da çü: "Ve gave li Kobaneye bi nerina ereni ya Rüsyaye va te ditin ku pirsgireke dernekeve. Di mijara Minbice da ji nika em di asta pekanina biryara ku me dabü da ne."
Der bare idiaya çapemeniya biyani manipulasyone dike da Erdogan wiha got: "Tevgera wan her tim ev e. Niha ji bi heman awayi tevdigerin. Ewe merifeten xwe nişan bidin, sextekariye bikin ü em e ji qala rastiye bikin ü ji bo fehmkirina ve hewl bidin. Ev nikarin me bibizdinin.
"Hejmara teroristen hatin berterefkirin gihişte 550yan"
Serokomar Erdogan got dema ew dipirse "Hüne li cem mutefike xwe ye ku endame NATOye ye cih bigirin yan li cem van teroristan cih bigirin?" ew nikarin bersive bidin ü wiha dewam kir: "Em dewlet in. Li hemberi me rexistineke terore heye. Ji ber ve bi rexistina terore ra şer naye kirin, tekoşin te dayin."
Ji bo hejmara teroristen hatine bereterefkirin Erdogan wiha axivi: "Niha hejmara teroristen hatin berterefkirin gihişte 550yan."
Serokomar Erdogan der bare Jens Stoltenberge Sekretere Gişti ye NATOye da ji wiha got: "Helwesta wi geleki cuda ye, lebele helwesta qismeke welaten endam cuda ye." -
|