Ehmed Mihemedifere Midüre Gişti ye Karübaren Koçberan a Wezareta Karen Navxweyi ya İrane idia kir ku hezen ewlekariya İrane di nav 3 mehan da 9 hezar koçberen Efxan en hewl didan derbasi aliye Tirkiyeye bibin binçav kirin.
Ji bo Roja Koçberan a Dinyaye li Zaningeha Tehrane civina çapemeniye hat lidarxistin ü Mihemedifer di civine da axivi. Ehmed Mihemedifer daxuyani da nüçegihane AAye ü pirsa li ser koçberen ku bi hesani ji İrane derbasi Tirkiyeye dibin wiha bersivand: "Hezen ewlekariya İrane di nav 3 mehen dawin da 9 hezar koçberen Efxan en hewl didan derbasi aliye Tirkiyeye bibin binçav kirin."
Mihemedifer diyar kir ku di navbera Tirkiye ü İrane da peymana parastina sinor heye ü wiha got: "Heke tevdiren me nebüna li Tirkiyeye pirsgireka koçberan ew e zedetir bibüya."
Te gotin ku di nav saleke dawin da bi dehan hezari Efxan ji ber pirsgireken abori ü ewlehiye yen li Efxanistane bi reyen dereqanüni ji sinore İrane ra derbasi Tirkiyeye bün. -
|