Hat eşkerekirin ku li Herema Kurdistana Iraqe (HKI) di 3 salen dawin dq bi gumana ku tekiliya wan bi DEAŞa rexistina terore re heye 2 hezar ü 652 kes hatin girtin.
Seroke Komiteya Nirxandina Raporen Rexistinan a Navneteweyi ya HKIye Dindar Zebari daxuyaniyeke niviski da ü diyar kir ku 1100 mehkümen ku wek gumanbare DEAŞe hatin binçavkirin ü pişt ra li ber mehkemeye ji sücen xwe itiraf kirin di girtigehen li hereme da ten girtin.
Zebari ragihand ku di 3 salen dawin da 2 hezar ü 652 gumanbaren DEAŞe hatin binçavkirin, derket hole ku ji wana 870 kes be süc in ü serbest hatin berdan.
Zebari da zanin ku lepirsina der bare 682 bersücan da ji dewam dike.
Seroke Komiteye agahi neda ka di nav gumanbaran da biyani hene yan na, gumanbar li ku hatin girtin ü xezaye mehküman çi ye.
DEAŞa rexistina terore 2 meh pişti ku di 10e hezirana 2014an da bajare Müsile bi dest xist ber bi Hewlera bajare HKIye hewla erişe kiribü ü di navbera terorist ü peşmergeyan da pevçünen ku ji 3 salan direjtir dewam kirin dest pe kiribün.
Wezareta Peşmergeyan a HKIye diyar kiribü ku di pevçünen heta 2017an a bi DEAŞe ra da 1700 peşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, 9 hezar ü 700 peşmerge ji birindar bün. -
|