Wezire Edalete Abdulhamit Gul: "Di girtigehan da 260 hezar ü 144 kes hene. Je 202 hezar ü 434 ceza xwarine ü 57 hezar ü 710 kes ji girti ne."
Gul li Komisyona Plan ü Budçeye ya Meclise der bare busçeya 2019an ya Wezareta Edalete ü saziyen daraze da peşkeşi kir.
Wezire Edalete Gul destnişan kir di girtigehan da 260 hezar ü 144 kes hene ü got je 202 hezar ü 434 ceza xwarine ü 57 hezar ü 710 kes ji girti ne.
Abdulhamit Gul diyar kir tekoşina diji FETOye di heman deme da tekoşina serxwebün ü rümeta daraza Tirkiyeye ye ü wiha got: "Em e bi ve tekoşine rümeta daraze bilind bikin ü baweriya civake ya bi edalete zede bikin."
Wezire Edalete Gul diyar kir ji ber süce derbeye 289 doz hatine vekirin ü biryara 220 dozan derketiye ü 69 doz ji dewam dikin ü wiha dewam kir: "Darizandinen FETOye li gor hiqüq ü rastiye ü li gor regezen bingehin yen hiqüqa navneteweyi bi hewl ü fedekariyeke mezin ten kirin."
Wezire Edalete Gul destnişan kir der bare mijara zarokan da xebata xwe temam kirine ü wiha peyivi: "Pişti verastkirin be kirin edi ev mijar wezifeya midüriyeten icraye nine ü we welati ji ber ve xerc ü mesrefen teslimkirine nedin." -
|