Li Süriyeye di erişen rejima Beşar Esed ü Rüsyaye birin ser İdliba Herema Kemkirina Rageşiye da bi tevahi 8 sivil hatin kuştin.
Li gor mala çavderiya teyareyan a mixalifan, teyareyen şer en Rüsyaye erişi çil ü çiyayen rojavaye Helebe kirin ü wargehen navçeyen li Maraat Etarib, Etarib, Kefer Naha, Ebzimo, Urim el Kubra, Kuptan el-Cebel ü Erihaya İdlibe xistin hedef.
Rejima Esed ji bi topan erişi Etarib ü Kuptan el-Cebele kirin.
Erişa Rüsyaye ya ser Maraat Etaribe da 5 sivil hatin kuştin, di erişa bi topan a rejima Esed da ji li Etaribe 2 sivil li Kuptan el-Cebele sivilek hatin kuştin.
Peymanen Astanaye ü mitebeqata Soçiye binpe kirin
İdliba li bakure rojavaye Süriyeye ji destpeka şere navxweyi vir da di deste mixalifan ü komen çekdar en li diji rejime da ye. Serjimara navenda İdliba di sala 2015an da bi tevahi kete deste mixalifan bi koça navxweyi va derkete 4 milyoni. Rejim heri zede erişi ve hereme dike.
Ji mitebeqata Soçiye vir da di erişen ser İdlibe yen rejime ü piştgiren we da ji 1800i zedetir sivil hatin kuştin. Ji rebendana 2019an vir da hejmara kesen koçi sinore Süriye-Tirkiyeye kirin ji derkete milyonek ü 794 hezar kesi. -
|