Navenda Çapemeniye ya Operasyona Hersa Zede ya giredaye Hikümeta Mutebeqeta Neteweyi (HMN) a Libyaye daxuyand milisen Xelife Hefter erişi Trabluse kirin, di erişe da sivilek hat kuştin ü 9 kes ji birindar bün.
Li gori daxuyaniya niviski ya navenda çapemeniye milisen Hefter erişi heremen sivilan en li başüre rojavaye Trabluse kirin, moşekek li qexwexaneyeke li ser reya Eş-Şuke ya li Selahadine ket.
Di erişe da sivilek hat kuştin ü 9 kes ji birindar bün.
Milisen Hefter duh pişti nivro ji erişi cihen li başüre Zaningeha Trabluse kiribün, 5 sivil birindar bübün. Milisan per ji bi moşekan va erişi heremen Sevani ü Bab et-Tacuraye yen Trabluse kiribün.
Li Libyaye aliyan peşniyaza agirbeste ya Tirkiye ü Rüsyaye di 12e Çileya Paşin da qebül kiribün, le hezen Hefter guh nedin agirbeste ü we binpe dikin. -
|