Hat ragihandin, di erişa ku İsraile bir ser Refaha bajare Şirita Xezzeye da 7 kes hatin kuştin.
Duh evare İsraile li Xezeye eriş bir ser avahiyeke kampa penaberan a eş-Şaute ya li Refaha Xezeye. Berdevke Wezareta Karen Navxweyi ü Ewlehiya Neteweyi ya li Xezzeye Iyad el-Bezm der heqe xebaten legerin ü rizgarkirine da agahi da.
Bezm daxuyand ku ji bine kavilan "Cinazeye 7 kesan hat derxistin. Di nav kuştiyan da du jin ü zarokeki kur e 14 sali heye."
Li gor daxuyaniya ku ji Tuxayen Qudse hat dayin, di erişa ku İsraile bir ser Refaha herema Xezzeye da revebire Cihada İslami Xalid Mansür, Ziyad el-Mudallal ü Rifat Şex el-Eyd hatin "şehid"kirin.
Berdevke Arteşa İsraile Avichay Adraee duh evare li ser hesabe xwe ye medyaya civaki daxuyani da ü diyar kir ku wan ji revebiren Cihada İslami Mansür kuşt. -
|