Hezen koalisyona di bin serkeşiya Amerikaye de li bajare Derazora ku YPG/PKK ü DEAŞa rexistinen terore le pev diçin li mizgefteke xistin ü 16 sivil hatin kuştin.
Li gor agahiyen ku ji çavkaniyen ewledar en li Derazore hatin bidestxistin balafiren koalisyone duh di dema nimeja ine de li Mizgefta Osman bin Effan a li Suseya navçeya Derazore xistin. Di erişe da 16 sivil hatin kuştin.
Çavkaniyan got hezen koalisyona li Hecine ji li qurseke Qur'ane xistin ü li we dere ji 6 sivil hatine kuştin.
Di se rojen dawin de heri kem 65 sivil hatin kuştin
Balafiren koalisyone duh erişe Mizgefta Emmar bin Yaser a li Suseya navçeya Derazore kiribün. Di erişe de 2 je zarok 30 sivil hatibün kuştin.
Balafiren koalisyone roja çarşeme ji erişi heman navçeye kiribün ü bibüne sedema mirina 13 sivilan.
Rewşa Derazore
Ji aliye din ve li Hecina navçeya Derazore ü hin bajaroken li dora we pevçünen di navbera YPG/PKK ü DEAŞa rexistinen terore didomin.
Navenda navçeya Hecine, navenden bajaroken Şife ü Suse ü gunden Bu-Hesan ü Bu-Xatir di deste DEAŞe de ne.
YPG/PKK ji rojhilate Robare Ferate ye ku Derazore dike du parçe dagir dike. YPG/PKK di 11e ilone de bi piştgiriya Amerika ü Fransaye ji bo ku DEAŞe ji Hecine derxe operasyon dabü destpekirin. -
|