Seroke Erka Daraze ya eyaleta Farse Eli Elkasamihr diyar kir ku di çalakiyen se roj bere li bajare Kazerüne qewimin da 2 kes mirin.
Elkasamihr di civina çapemeniye ya ku li dar xist da got ku çalakiyen roja çarşeme bişev hatin kirin bedestür bün ü berpirsen daraze ji we der bare berpirsan da dest bi lepirsine bikin.
Rayedare İrani Elkasamihr got ku di çalakiyan da du kes mirine ü 48 kes ji birindar büne ü piraniya birindaran ji hema li ser pe hatine dermankirin.
Li Kazerüne roja çarşeme bişev hin kesan xwest ku biryara hikümete ya plana bajer dike du qetan protesto bikin le paşe di çalakiye da tundi zede bü. Ji çalakvanan qismeki erişi ser qereqola polesan a li bajer bü kirin ü agir berdane.
Kazerün bajareki eyaleta Farse ye ku li başüre İrane dikeve. Hikümete plan amade kiriye ku bajer texe du qetan le milet li diji ve ye ü ji ber ve ji li wir çalaki hatibün lidarxistin. -
|