Haberler   
  English   
  Kurdî   
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 08/09/2024 03:53 
News  > 

Di 2 rojên ewil ên Eyda Qurbanê da 16 kes di qezayên trafîkê de mirin

17.06.2024 09:42

Wezire Karen Navxweyi Ali Yerlikaya ragihand ku di qezayen trafike yen 2 rojen ewil en betlaneya Eyda Qurbane da 16 kes mirin.

Wezir Yerlikaya li ser hesabe xwe ye medyaya civaki daxuyand ku ekiben trafike yen ji hezen ewlehiye ü cendirmeyan pek ten ji bo ewlehiya welatiyan tevdiren hewce dike ditine ü bi hesasiyeteke mezin kontrolan didominin.

Yerlikaya diyar kir ku di 16e Hezirane roja duyemin ya eyde da di nav 24 saetan da 726 qezayen trafike qewimin, 11 kes mirin ü 1295 kes ji birindar bün.

Yerlikaya, diyar kir ku ekiban 289 hezar ü 700 wesayit teftiş kirin, der bare 18 hezar ü 889 wesayitan da ji ber lezçüyin ü radare, der bare 17 hezar ü 227 wesayitan da ji ji ber karen din miemele hat kirin.

Wezir Yerlikaya ji welatiyan xwest ku ew guh bidin reziken trafike ü wiha got:

"Mixabin di 2 rojen ewil (şemi ü yekşem) en betlaneya eyde da mixabin 16 kes mirin, 2 hezar ü 716 kes ji birindar bün. Rehma Xwede li welatiyen me yen ku mirin be ü ji birindaren me ra ji şifaya xere dixwazim. Ji kerema xwe zede lez neçin, hem di wesayitan da hem ji di otobesan da kemberen ewlehiye gire bidin. Guh bidin reziken trafike. Rewiti ji bo ku em bigihejin hezkiriyen xwe heye, ne ji bo veqetine ye. Bila dawiya re bibe eyd." -



 
Latest News





 
 
Top News