Destgirtiya Cemal Kaşikçiye rojnamevan Hatice Cengiz, li Kongreya Amerikaye bi hin siyasetmedaren ra hat bal hev.
Hatice Cengiz li Amerikaye ev demek e bi revebiren saziya Dinyaya Ereban Demokrasiye (DAWN) bona ditina berpirsyaren kuştina Kaşikçi fealiyeten lobiye dimeşine. DAWN li Washingtone ji hela Cemal Kaşikçi va hatibü avakirin.
Cengize got ku ew ji bona ditina berpirsyaren cinayeta Kaşikçi li vir e ü wiha axivi:
"Ez bi tene ji bo sedemeke li vir im. Daxwaza min edalet e. Kaşikçiye destgirtiye min, ji hela ajanen Siüdi va bi şikleki hovi hat kuştin. Dive kujeren wi werin eşkerekirin. Reveberiya Donald Trump ji bo eşkerekirina ve cinayete tiştek nekir. Ez ji ber ve hatim ve dere ü min xwest bi endamen Kongreye ra werim bal hev. Ez bangi wicdana endamen Kongreye dikim."
Nehat eşkere kirin Cengize bi kijan endamen Kongreye ra hat bal hev.
Keith Harpere parezere Cengize ji got ku ew e ji bo eşkerekirina kuştina Kaşikçi ü ispatkirina rola Mihemed bin Selmane Prense Siüdi ü rayedaren din xebaten xwe bidominin. -
|