Dermankirina karkeren ku di encama erişa PKKya rexistina terore da li Qulpa navçeya Diyarbekire birindar bibün dewam dike.
Di 12e ilone da teroristen PKKyi li texma Axaçkorura gunde Qulpe bi teqemeniya destan çekiribün va eriş kiribün ü İhsan Çelikbileke 43 sali, Mehmet Bozyele 17 sali, Ahmet Aye 23 sali, Sinan Digere 45 sali, Abit Yildize 22 sali, Omer Yildize 15 sali ü Siraç Yildize 26 sali di erişe da şehid bibün.
Di erişe da 2ye wan giran bi tevahi 10 kes ji birindar bibün. Dermankirina 2 birindaran li beşa giran a Nexweşxaneya Fakulteya Tipe ya Zaningeha Dicleye dewam dike.
Karkeren birindar yen ku ji erişe xilas bibün gotin ku ev tişta ku bi sere wan hatiye tu cari ji bir nakin.
Guhe karkereki kerr bü
Ji birindaran Zeynel Abidin Yildize 21 sali daxuyani da nüçegihane AAye ü got ku guhe wi ye raste ji ber erişe bitemami kerr büye ü wiha axivi:
"Ez nikarim sere xwe rast bigirim. Dema gazi min dikin ez baş nabihizim. Bi destan ü işaretan ez bi wan re diaxivim. Tu din ü imana wan tune ye. Dine wan hebiya ev tişte bi sere me nedihat."
- "Ji malbatan min gelek kes şehid kirin"
Ji bave birindaran Eref Yildiz ji ber erişe bertek nişani rexistina terore da ü wih axivi:
"Di erişen rexistina terore da ji malbata min ji gelek kes hatin şehid kirin. Heman rexistine iro kure min ji birindar kirin. 2 neviyen min hene. Niha ma beçare ü mexdür bü. Armanca kure min debara malbata wi bü."
Çaveki wi kor bü
Ji birindaran Mahsum Ekmene 21 sali he li nexweşxaneye di beşa nexweşiyen giran de te derman kirin. Di erişe da çave Ekmen ye raste kor bü ü xetereya wi ya mirine he dewam dike.
Li heman nexweşxaneye dermankirina Necat Çelikbileke 26 sali ji dewam dike. Di erişe de meji ü pişen Çelikbilek zirar ditin ü rewşa wi giran e. -
|