ANKARA (AA - Trikiyeye ji bo "Reyahevrişim ya Teze" ya ku ew e ser Çin, Qazaxistan, Behra Xezare, Azerbeycan ü Gurcistane ra dewam bike bibe deriye ji Ewropaye ra vedibe.
Li gor agahiyen ku nüçegihane AAye berhev kir, di sala 2013an da li Astanaye di çarçoveya "Foruma Kare Lojistik ü Gihandine ya Reya Navneteweyi ya 2yan a Reyahevrişim ya Teze" da bi deste seroken Şirketa Neteweyi ya Rehesine ya Qazaxistane, Şirketa Rehesine ya Azerbeycane ü Şirketa Rehesine ya Gurcistane peymana ji bo avakirina Komiteya Kordinasyona Peşxistina Reya Bar a Navneteweyi ya Trans-Xezare hat imzekirin.
Komite ji bo zedekirina bare Reya Bar a Navneteweyi ya Trans-Xezare di sala 2014an da hat avakirin.
Xenci endamen komiteye bi beşdariya Qazaxistan, Azerbeycan ü Gurcistane va par Yekitiya Navneteweyi ya Reya Bar a Navneteweyi ya Trans-Xezare hat avakirin. Bi protokola ku hefteya bori hat imzekirin va Tirkiye ji bü endame daimi ye yekitiye.
Reyahevrişim ya Teze ya ku reya Çin, Qazaxistan, Behra Xezare, Azerbeycan ü Gurcistane teqib dike ew e ji Tirkiyeye ra derbasi Ewropaye bibe. Tirkiye bü ji aktoren sereke ye koridora Trans-Xezare. Koridora ku xeta rehesine ya Baku-Tiflis-Qerse ji hildide nav xwe ew e ji Çine hetani Ewropaye, ji Rüsyaye hetani Asyaya Başür ü Afrikaye gihandine hesan bike.
Kanat Alpysbaeve Seroke Lijneya Revebiriya Komiteye daxuyani da nüçegihane AAye ü diyar kir ku bi vekirina Xeta Rehesina Qers-Baku-Tiflise va koridora Trans-Xezare ew e temam bibe.
Alpysbaev bal kişand ku Şirketa Bar a TCDDye tevli Yekitiye bü ü ev giring e, par 2 milyon ton bar ji koridore ra hat kişandin hedefa wan ew e ku isal ve derxin 4 milyon toni. -
|