Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 21/01/2020 15:47 
10.12.2019 09:56 News >> Demokrat dê îro hincetên ji bo ezilkirina Trump eşkere bikin

Demokrat dê îro hincetên ji bo ezilkirina Trump eşkere bikin

Hat diyarkirin ku Komîteya Edaletê ya Meclisa Nûneran a Amerîkayê û komîteyên eleqedar ên din dê îro eşkere bikin ku pêvajoya ezilkirina Serok Donald Trump dispêrin kîjan hincetên hiqûqî Hat îdiakirin ku Trump dê bi du serenavên wekî "xirab bikaranîna peywirê" û "nehiştina xebata Kongreyê" dê bê.

Hat ragihandin ku Komiteya Edalete ya Nüneran a Amerikaye ü komiteyen eleqedar en din en bin kontrola demokratan da de iro ji bo raya gişti "hinceten ezilkirine" yen der bare Serok Donald Trump da eşkere bikin.
Çavkaniyen Kongreye ji çapemeniya Amerikaye ra axivin ü diyar kir ku di seri da Komiteya Edalete seroken Komiteya İstixbarate ü komiteyen din en ku piştgiri didin pevajoye de iro daxuyaniyeke hevpar bidin.
Hat ragihandin ku de di daxuyaniya hevpar da daneyen ku di komiteyen navbori da hatine bidestxistin ü hinceten hiqüqi yen ji bo ezilkirina Trump en ku li gor rüniştinen di Komiteya Edalete da hatin kirin da de ben bikaranin ben eşkerekirin.
Te payin ku bi du sücan be sücdarkirin
Ji hela din va di nüçeyen di çapemeniya Amerikaye da derketin da hat idiakirin ku Demokrat de Trump ji ber "xira bikaranina peywire" ü "nehiştina xebata Kongreye" sücdar bikin.
Li gor ve Trump de be sücdarkirin ku di axaftina bi telefone ya bi Vladimir Zelenskiye Serokdewlete Ukraynaye ra kir da hewl daye ku diji reqibe xwe ye siyasi Joe Biden da koz bi dest bixe ü paşe nehiştiye Kongreya li ser ve pevajoye lepirsine dike kare xwe bike.
Te payin ku Komiteya Edalete pişti civina çapemeniye ya iri roja çarşem an ji pencşeme niqaşen der bare naveroka madeyen navbori da niqaşan bike ü dengdayina wan bike.
Di Lijneya Gişti da dibe ku beriya dawiya sale dengdayin be kirin
Pişti ku komiteye ev dengdayin kir pevajoya ezilkirine de bişinin Lijneya Gişti ya Meclisa Nüneran.
Demokratan bere gotibün ku ji ber betlaneya Noele ya ku nez dibe dixwazin ku dengdayina navbori li Lijneya Gişti bikin. Pişti ve dengdayine bi destpeka sala nü va pevajoya ezilkirina Trump de bikeve Senatoya ku le pirani Komarparez hene.
Lepirsina ezilkirina Trump
Peywendiya telefone ya di navbera Seroke Amerikaye Donald Trump ü Seroke Dewleta Ukraynaye Vladimir Zelenskiy ya di tirmehe da bübü sedem ku Demokraten di Kongreya Amerikaye da li diji Trump lepirsina ezilkirine vekin.
Hatibü idiakirin ku Trump di peywendiya bi telefone ya bi Zelenskiy ra da ji vi welati xwest ku der heqe kure Joe Bidene namzede serokatiye ye ji Partiya Demokrat da lepirsine veke.
Seroka Meclisa Nüneran Nancy Pelosiye di 24e ilone da eşkere kiribü ku bi hinceta "zirare daye ewlehiya neteweyi ya Amerikaye" ü "ixanete sonda serokatiye kiriye" pevajoya ezilkirina Trump dan destpekirin. Meclisa Nüneran di 31e cotmehe da ji bü üsulen lepirsina ezilkirine deng dabü ü biryar dabü ku rüniştinen ji raya gişti ra vekiri ben kirin.
Rüniştinen ji raya gişti ra vekiri yen li Komiteya İstixbarate ya Meclisa Nüneran da ji di 13-21e sermaweze da hatibün kirin. Komiteya İstixbarate rapora 300 rüpeli ya sücdarkirina Trump roja seşeme ji raya gişti ra eşkere kirbü ü rapora navbori şandibü Komiteya Edalete. Komiteya Edalete rüniştina ewil a der bare lepirsina ezilkirine da roja çarşeme kirbü ü rüniştina duyemin ji roja duşeme kirbü.
Li gor qanünen Amerikaye di encama rapora lepirsine ya ku de komiteyen eleqedar amade bikin da heke serledana ezilkirine di Komiteya Edalete da be qebülkirin de li Lijneya Gişti ya Meclisa Nüneran dengdayin be kirin.
Peşnümaya doze heke ji hela piraniya endamen Meclisa Nüneran va be qebülkirin de ve care bişinin Senatoya ku le pirani Komarparez hene ü de pevajoya daraze ya Trumpe Seroke Amerikaye dest pe bike.
Trump ji lepirsina ezilkirine weki "neçira pirebokan" dinirxine ü ji seri va dibeje ku besüc e. -



        Latest News
Nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê di roja 141emîn da ye 24 minutes ago...
Dayîk Guzîde Demir: "HDPyê sebiyê me xapand wisa nebûya zarokê 16 salî wê ji ku bizanibe biçe Sûriyeyê" Dayîk Remziye Akkoyun: "HDPyê kurê min ê 10 salî xapand û bir serê çiyê, heta kurê min neyê ez ji vê derê naçim"
Li Wanê 75 çîvikên ku bazirganiya wan qedexe ye hatin girtin 39 minutes ago...
Li ser gola ku 2 hezar û 241 raqim bilind qeşayê dişkênin û masiyan digrin 39 minutes ago...
Li Agiriyê kesên ku debara xwe bi masîgiriyê dikin, li ser Gola Masiyan a ku 2 hezar û 241 raqim bilind e û rûyê wê bi temamî qeşa girtiye dest bi girtina masiyan kirin Ji masîgiran Hasan Yildiz: "Tûrên me hefteyekî di nav avê da dimînin. Em paşê tên qeşayê dişkênin û tûrên xwe derdixin.
Li Iraqê çalakiya xwepêşandêran dewam dike -6 minutes ago...
Xwepêşandêr li Bexda, Babil, Kerbela, Necef, Meysan, Musenna, Dîwaniye, Zîkar û Basrayê lastîkên wesayîtan dişewitînin rê, otorê û pireyan ji trafîkê ra digrin.
Li Hekariyê hin gund di bin berfê da man 39 minutes ago...

 
      Top News
"Di warê ewlehiya hilbijartinê da em di nav yên herî baş da ne"
Şembelîkên li Agiriyê bala wênekêşan kişand Şembelîkên li Agiriyê bala wênekêşan kişand
Li Lîbyayê milîsên Hafter li derdora paytextê binpêkirina agirbestê didomîne Li Lîbyayê milîsên Hafter li derdora paytextê binpêkirina agirbestê didomîne
Senatoya Amerîkayê dê Trump ji Senatoya Amerîkayê dê Trump ji "darizandineke bilez" derbas bike
Kurên dowîzê Kurên dowîzê
Li Bexdayê bi moşekan va êrîşî Herêma Kesk kirin Li Bexdayê bi moşekan va êrîşî Herêma Kesk kirin
Wezîr Akar bi hevtayê xwe yê Rûsî Şoygu re bi telefonê axivî Wezîr Akar bi hevtayê xwe yê Rûsî Şoygu re bi telefonê axivî
Milîsên girêdayî Hefter piştî Konferansa Berlînê agirbest binpê kir Milîsên girêdayî Hefter piştî Konferansa Berlînê agirbest binpê kir
Li Rûsyayê di otêlê da boriya ava germ teqiya: 5 mirî Li Rûsyayê di otêlê da boriya ava germ teqiya: 5 mirî
Hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn bi dawî bû Hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn bi dawî bû