Serokomare Tirkiyeye ü Seroke Gişti ye AK Partiye Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku hin nezan dixwazin derse bidin AK Partiye ü got: "Hin kes dixwazin derse bidin AK Partiye. Dem dema derse nine, dem ew dem e ku em mina tiliyen du destan ben keleka hev."
Serokomare Tirkiyeye li Meydana Kiliçarslan a Konyaye di mitinga ji hela partiya wi va hat organizekirin da xitabi gel kir ü ragihand ku we AK Parti tu cari nebe mina partiyen benasname, beşexsiyet ü bevizyon ku hemü di diroke da man ü hatin jibirkirin.
Di axaftina xwe da Serokomar Erdogan bal kişand ser kesen dane pey hesaben biçük ji kir ü got: "Kesen xelke biçük dibinin, qure ne ü dixwazin ji xelke ra bibin efendi nikarin bi me ra bimeşin. Kesen wiha nikarin di nav AK Partiye da ci bigirin, we peyderpey tesfiye bibin."
Serokomar Erdogan deq ü dolaben li hemberi Tirkiyeye ten kirin ji bi bir xist ü wiha pe da çü: "Kesen dixwazin ve hilbijartine bikin hesabditina di sandoqe da ü bi hers tevbigerin dive ji bir nekin, di rewşeke wiha da pişti hilbijartine we yen li derva ji Tirkiyeye ü gele Tirk hesab bipirsin."
Di axaftina xwe da Serokomar Erdogan behsa Meral Akşenera Seroka Gişti ya İYİ Partiye kir ü axaftina xwe wiha domand: "Kemal Efendiye ku hün ketine milen hev xwe di pişt parlamenteriya xwe da vedişere lebele ez xebaten ji bo wi bi parezeren xwe didim kirin ku were darizandin. Çima? Li vi welati em nikarin ji bo kesen li ber dewleta hiqüqe bereziye nişan didin ü bi teroristan ra dikevin milen hev bejin 'De bimeşin', em nikarin kesen YPGye diparezin li vi welati bihelin. Ev rojen te yen baş in. Te wetre te gotinen ku Tayyip Erdogan negotine weki gotiye nişan bidi ü fature biki. Fatura rasti ew e li te were birin."
Serokomar ji bo Giren Golane biryaren NYe yen ku hene bi bir xist ü got ku di wan biryaran da ji hikim hene ku heqe İsraile li ser wan deran tuneye.
Serokomare Tirkiyeye mizgini da şeniyen Konyaye ü got: "Me ji bo ku Herema Endustriya İhtisasa Vejene ya Karapinar a li Konyaye bikeve fealiyete dest bi xebate kir. Em e bajare xwe ji bo veberhenanan bikin navenda cazibeye."
Erdogan destnişan kir ku Şirketa Anonim a Pergalen Çekan a Konya Aselsane li Konyaye we fabriqeyeke di mijara pergalen bi çek en ji dür va ten kontrolkirin ava bike. -
|