DEAŞa rexistina terore idia kir ku erişa li Ehwaza bajare Xüzistana eyaleta İrane we kiriye.
Rayedaren İrane berpirsyariya erişa di dema merasima salvegera 38an a şere İran-Iraqe da hat kirin avetibü ser rexistina El Ehwaziyeye lebele DEAŞa rexistina terore berpirsyari hilda ser xwe.
Amaqa medyaya DEAŞe diyar kir ku rexistine berpirsyariya erişa li Ehwaze hilda ser xwe. Di xebere da hat idiakirin ku Hesen Rühaniye Seroke İrane ji li dewsa büyere bü.
Lebele Rühani weki idiaya DEAŞe li Ehwaze nebü, li merasima li Tehrane bü. Malpera Amaqe paşe idiaya xwe serast kir ü diyar kir ku Rühani beşdari merasima li Ehwaze nebü. Di malpera rexistine da tu dimeneki erişe nehat weşandin.
Remezan Şerife Berdevke Mihafizen Şoreşa İrane destnişan kiribü ku erişa li bajare Ehwaze bi deste rexistina El Ehwaziyeye hat kirin.
Mihemed Cewad Zerife Wezire Karen Derva ye İrane ji gotibü berpirsyariya erişa li Ehwaze li ser Amerikaye ü piştgiren terore yen heremi ye.
Eniya Demokratik a Gele Ehwaze ya bi nave El Ehwaziyeye te nasin weki rexistina ku dixwaze li başüre rojavaye İrane idareyeke serbixwe ya Ereban ava bike te zanin.
İro şebeqe erişa çekdari biribün ser merasima salvegera 38an a şere İran-Iraqe ya li Ehwaza bajare Xüzistana eyaleta İrane, di erişe da 24 kes hatibün kuştin ü 53 kes ji birindar bibün. -
|