Dayikên Mûşî di bin berfê da nobeda ewladan domandin

19.01.2022 16:11

Li Müşe malbaten ku li ber avahiya serokatiya parezgehe ya HDPye çalakiya rüniştine dikin ü HDPye weki berpirse revandina zaroken xwe dibinin, digel barina berfe çalakiya xwe domandin.

Malbaten ku piştgiriye didin çalakiya rüniştine ya dayiken Diyarbekire da ku bigihijin zaroken xwe, çalakiya xwe ya ku her çarşem dikin, domandin.

Malbaten ku digel sir ü seqema zivistane li ber avahiya HDPye hatin cem hev, pankarten bi nivisen "Ewlade min bide min", "Dayik tedikoşin", "Edi bes e dest ji pesira me bikişinin" ü "Bes e edi ewladen me berdin" vekirin ü bertek nişani HDP ü PKKye dan.

Malbaten ku weneyen zaroken xwe dan deste xwe, bangi zaroken xwe kirin ku teslim bibin.

Ji dayikan Gulbahar Tekere diyar kir, ew di sir ü seqema zivistane da ji çalakiya xwe didominin ü ji HDP ü PKKye zaroken xwe dixwazin.

Tekere wiha got, "Bira zarok li çiye neminin, werin teslim bibin. Dewleta me bihez e. Heta kure min neye, ez e çalakiya xwe bidominim. Lanet li HDP ü PKKye bibe"

Dayik Şahinaz Ozcane ji diyar kir ku ew digel serma ü berfe çalakiya xwe naterikinin ü wiha got, "Ez e heya dawiye çalakiya xwe bidominim. HDP heta zaroke min neyne, ez e li vir bim." -

In order to provide you with a better service, we position cookies on our site. Your personal data is collected and processed within the scope of KVKK and GDPR. For detailed information, you can review our Data Policy / Disclosure Text. By using our site, you agree to our use of cookies.', '