Nobeta ewladan a dayiken Diyarbekire yen bi heviya bigihejin zaroken xwe yen revandine çiye li peşiya avahiya bajer a HDPye dabün destpekirin dewam dike.
Çalakiya rüniştine ya ku dayiken Diyarbekire yen HDPye weki berpirsyare revandina zaroken xwe dibinin di 3ye ilona 2019an da dabün destpekirin di roja 453yan da dewam dike.
Cennet Kabakliya ji bo Adil Kavakliye kure xwe ye di sala 2015an da revandin çiye ji Gazientabe hat beşdari çalakiye bü diyar kir ku ji bo kure xwe çalakiye didomine.
Kabakliye destnişan kir ku zaroken teslim bün ü gihiştin malbaten xwe ji bo wan bün hevi ü wiha axivi: "HDPye kure min hilda ü da PKKye. Ez kure xwe ji HDP ü PKKye dixwazim. Herdu yek in, bi hev ra ne. Edi bes e, bira ve zilme li me nekin."
Kabakliye axaftina xwe wiha domand:
"Em ji bawer dikin inşallah ew e ewladen me ji berdin. Em ewladen xwe ji deste PKK ü HDPye xilas bikin. Ji xwe dawiya wan ji hat. Çi dikin bira bikin eze ewlade xwe hildim. Hetani kure min neye eze ji ve dere ranebim, ve dere terk nekim, tekoşina xwe bidominim."
İmmihan Nilifirkaya ji bo Mehmete kure xwe ji Stenbole hat beşdari çalakiye ü ji got 2 meh mabü kure we Fakulteya Ragihandine ya Zaningeha Egeye biqedine destür nedan ku perwerdeya xwe temam bike.
Nilifirkaye got kure we ji deste we kişandin birin çiye ü wiha axivi: "Ez kure xwe ji HDPye dixwazim, HDPye kure min revand çiye. Li ve dere ti, birçi ü perişan in. Ez hesreta deng ü behna kure xwe me. Mehmet kure min heke min dibini an dibihizi werege were. Çaven me li reya te ye. Azadi ü mafe jiyane ji deste te hildan."
Nilifirkaye got xeyala we ew e ku kincen zavatiye li kure xwe bike ü wiha pe da çü:
"Min e zeweca kure xwe bidita, em perişan kirin. Kure min were teslimi edalete, dewlete bibe. We ditirsinin. Ji hevalen xwe ra beje werin, teslimi dewlete bibin. Em e hetani dawiye tekoşina xwe bidominin. Em e yan li ve dere bimrin yan ji ewladen xwe bistinin." -
|