Nobeda ku dayiken Diyarbekire li ber Serokatiya HDPye ya Parezgeha Diyarbekire dan destpekirin da ku zaroken wan en revandi li wan werin vegerandin, di Eyda Qurbane da ji dewam dike.
Çalakiya rüniştine ya ku dayiken Diyarbekire bi idiaya bi deste HDPye zaroken wan ji bo sere çiya hatine revandin, di 3ye ilone da li ber avahiya partiye dabün destpekirin, ket roja 335emin.
Kamile Kuçukdag ku ji wan dayikan e, raheştine weneyen zaroken xwe ü çalakiya xwe didominin, diyar kir ku heta ew bigihijin ewladen xwe ew e çalakiya xwe bidominin.
Kuçukdage diyar kir ku ev 12 eyd e ew kure xwe nabine ü wiha dewam kir, "11 meh e em nabejin havin, zivistan, nexweşi ü eyd, em çalakiya xwe ya li ve dere didominin. Ewlade me kinge were we çaxe de ji bo me bibe eyd."
"Em e zaroken xwe ji van ra nehelin"
Şevket Bingol ku ji bo kure xwe Tuncay di çalakiye da beşdar e ji got ku ew e çalakiya xwe bibe seri ü wiha xeberda:
"Ez heta ewlade xwe hi HDPye nestinim, ez e ji vir neçim. Ev (HDP, PKK) 40 sal e ji ser xwina Kurdan li pey rante ne. Zaroken Kurdan ji direvinin çiya. 12 eyd e ez kure xwe nabinim. Heta em zaroken xwe hilnedin, em e ji vir neçin. Em e zaroken xwe ji van ra nehelin."
Bingol bangi kure xwe kir ku teslim bibe ü wiha got, "Tuncay kure min, van tu li çiya terikandine ku beyi kuştin. Tu li kudere esker, poles bibini, bireve, teslim bibe." -
|