Nobeda ku dayiken Diyarbekire li ber Serokatiya HDPye ya Parezgeha Diyarbekire dan destpekirin da ku zaroken wan en revandi li wan werin vegerandin di berfa zivistane da ji dewam dike.
Çalakiya rüniştine ya ku dayiken Diyarbekire bi idiaya bi deste HDPye zaroken wan ji bo sere çiya hatine revandin, di 3ye ilone da li ber avahiya partiye dabün destpekirin, ket roja 164emin.
Dayiken ku raheştine weneyen zaroken xwe ü di sir ü seqema zivistane da çalakiya rüniştine didominin, durişmen "qehr be HDP" ü "qehr be PKK" bilind kirin.
Suheyla Demira dayik di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ew ji bo keça xwe Hayala ku 5 sal bere ji Agiriye hat revandin, çalakiya rüniştine didomine ü wiha axivi:
"İro berf bari. Hesra zaroken me, dil ü hinav li me şewitandiye. Ez wan dihelim heviya Xwede. ve zivistane me zaroken xwe li mal hiştin, em hatin ve dere. Ji bo cane ewlade xwe me dest ji cane xwe kişand. Em e wan xilas bikin."
Demire herwiha bangi keça xwe kir ku teslimi hezen ewlekariye bibe.
"Berf ü baran bibare ü kevir ji bibarin, em e neçin"
Fatma Bingole diyar kir ku ew ji bo ewladen xwe ji berf ü sermaye natirsin ü wiha dewam kir:
"Berf ü baran bibare ü kevir ji bibarin, em e neçin. Em li ve dere li benda ewladen xwe ne. Em ewladen xwe hilnedin em naçin."
Salih Gokçeye bav ku ji bo kure xwe Mehmet ji Agiriye hat ü beşdari çalakiye bü ji diyar kir ku ew di berdewamkirina çalakiye da bibiryar in ü wiha dewam kir:
"Heger bive ez e li ser berfe ji razem, le ez heta kure xwe hilnedim ez ji ve dere naçim. Parlamenteren HDPyi di civinan da dibejin 'bira eskere Tirk ji Süriyeye derkeve'. Ka hün peşiye herin ü zaroken me ji Süriyeye binin. Zaroken me xapandin ü bi zore birin sere çiya. Bira zaroken me bidin."
Yasin Kayaye bav ku ji bo keça xwe Çigdeme çalakiye dike ji diyar kir ku ew ligel barina berfe çalakiya xwe didominin ü wiha dewam kir, "Em di bin berfe da li benda zaroken xwe ne. Hewa sar e lebele dil ü hinave me dişewite. Keça min ka binere bave te ji bo te di bin berfe da li heviya te ye." -
|