Nobeta Dayiken Diyarbekire ya bi heviya bigihejin zaroken xwe yen ku bi revandin birine sere çiye, li peşiya avahiya bajer a HDPye dabün destpekirin, dewam dike.
Çalakiya rüniştina Dayiken Diyarbekire ku HDPe wek berpirsyare revandina zaroken xwe dibinin ü di 3ye ilona 2019an da dabün destpekirin di roja 589an da dewam dike.
Sultan Guger a ji bo kure xwe Dogan Gugere 6 sal bere birin sere çiye nobeta xwe didomine got ku ew bi heviya bigihije ewlade xwe di nobete da ye ü wiha pe da çü: "Ji ber ku HDPe ewlade min revand ez hatime ber dere wan sebiye xwe ji wan dixwazim. Heta ewlade min neye ez ji ve dere naçim."
Gugere got ku we pir beriya ewlade xwe kiriye ü dixwaze ku ewlade we be ü teslim bibe.
Necmettin Biçer e ji bo qiza xwe Gulcane dest bi çalakiye kiribü ji got: "Qiza min ji ali HDPyiyan va hat revandin ü teslimi PKKe kirin. Ez ji bo ewlada xwe heta dawiye li ve dere me. Ji bo hemü zarokan we liberxwedana me dewam bike. Mesele bi tene qiza min nine mesele peşeroja welet e. Ji bo xatire ve mehe em e hemü bibin yek. Ji bo xatire ve meha bimbarek bila kes li sere çiye nemine. Qiza min tu ji were ü teslim bibe." -
|