Heather Nauerta Berdevka Wezareta Karen Derva ya DYAye daxuyaniya niviski da ü nirxandinen DYAye yen ji bona büyeren li derdora Kerküke da diqewimin parve kir.
Nauerte di daxuyaniya xwe da wiha got: "DYA ji ber büyeren tundiye yen te gotin li derdora Altinkopriya bajaroka li bakure Iraqe diqewimin di nav fikare da ye. Em rewşe ji nez va teqib dikin. Em bang dikin hemü teref ji tevgeren re li ber tundi ü provakasyone vedikin dür bisekinin."
Heather Nauerte bang li hikümeta navendi ya Iraqe kir hezen federal çalakiyen xwe yen li heremen biniqaş sinor bikin.
Nauerte destnişan kir ji ber telimata Heyder Ebadiye Serokwezire Iraqe ku bang li hezen federal kir welatiyen Iraqe biparezin ü pevçünan proveke nekin kefxweş in ü wiha got: "Pirsigirek li heremen biniqaş heta li gor destüra bingehin çareseriyeke siyasi neye ditin we ev herem wek heremen biniqaş biminin."
Heather Nauerte wiha got: "Em dixwazin teref heta lihevkirinek çebe ji bona revebirin ü ewlehiya hereme hevkariye bikin. Hemü teref dive weki Heyder Ebadiye Serokwezire Iraqe peşniyaz kir ü Revebiriya Herema Kurdistana Iraqe bi eşkereyi qebül kir di nav diyaloge da bin."
Heather Nauerte destnişan kir DYA dixwaze Iraq wek dewleteke yekparçeyi bi taybetiya xwe ya biistiqrar, demokratik ü federal bimine ü Herema Kurdistana Iraqe ji weki perçeyeki ve bimine. -
|